QURAN, MUCÎZA EBEDÎYA PÊXEMBERÊ GIRAN BIHAYÊ ÎSLAMÊ

  • Kodê Nûçe : 733943
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Qurana mecît kû mucîza zindî û nîşana rîsaleta Resulê xweda (selatên xweda li wî û malbata wî be) û dixwedegirta desturên îlahî û temamê jîyana însanan e, di nava bîst û sê salan de pey der pey û bi minasebetên cûda cûda nazil bû.

QURAN, MUCÎZA EBEDÎYA PÊXEMBERÊ GIRAN BIHAYÊ ÎSLAMÊ

Qurana mecît kû mucîza zindî û nîşana rîsaleta Resulê xweda (selatên xweda li wî û malbata wî be) û dixwedegirta desturên îlahî û temamê jîyana însanan e, di nava bîst û sê salan de pey der pey û bi minasebetên cûda cûda nazil bû.

Di hidudê duwazdeh sal û nîv, ji dema rîsaletê û heta hingamê hîcretê, di Mekkê de, temamên ayet û sûreyên kû vê di navê de nazil bûne – Mekkî - tên nav dan. Ji destpêka hîcretê heta hingama rihleta wî zatê mezin, di Medînê û dorên wê de ayet û sûreyên kû nazil bûne jî – Medenî - tên nav dan. Di pey re jî bi detura Pêxember (selatên xweda li wî û malbata wî be) û di bin kontrola wî ya zirav de bi vî şiklê îro, Quran hatîye komkirin.

Belê, gelek qirn berê, di esra hakîmîyeta îlahên sazê destên beşer de, di heyamê berfirehîya çanda şirka rêş, putperestîya ber sera serê cîhanê de, di çola hişk û bê zîraeta Hîcazê de, ji nav milletekî li paşketî kû bîrên xirab, pevçûn, parebûn û rîyên şaş mîhvwera edep û pîrê civakîya wan bû, bi wê dereceyê kû bin axkirina keçikên bê sûç û guneh, havênê pesndanê bû, a di vî hingam û şeraîtên giran û pir bi kûl de, zilamek hêja bi fermanê Xweda yê bilind, zincîr û qeydên esaret û dîlîtîyê ji bîra bê hêza cîhanîyan kişand û vekir û bi destûrên îlahî, bi xwe karibû kû di nav mirovên paşketî, yan jî bi gotinek din, mirovên mirî de rihê medenîyetê, ezemetê û axatîyê bibexşe. Tarîtîyên nizanînê û nerastîyên fikrî bi meşala îman û hîdayetê hilbike û qir lê bîne. Hem bi berfireh kirina îlm û zanînê, civaka kû bi nizanîn, jirêderketin, herc û merc, serkêşî û girgîn û parebûnên nedurust tijî bû, bigerîne civakek salih û bextewar.

Belê, ayîna ebedî ya wî, dînên berê tekmîl kir û wê heta qiyametê jî payîdar bimîne. Quran kû kelamê Xweda ye û senedê zindî û ebedî ye ji rastîya wî re, ji bona ewledarîya xweşîya gel ya dinya û axretê nazil bûye.

FESAHET Û BELAXETA QURANÊ

Quran digel muhtevaya îlmî û hunerî, fikrî û eqlî, maddî û manewî xwe, mucîzek e ezmanî ye. Lewra bû ye remzê dûelloyê û bi dengek bilind û ji xwe razî, mirovan dawet kirîye kû tiştekî wekî wê bînin. Digel kû gelên Hîcazê ji kanîya letîfa wejeyê û şîrînîya daxwuyanîyê xweypar bûn û belaxeta wan gihîşti bû cîhek bilind û mekanek hêja jî, lê taqeta rû bi rû bûna bi Quranê re di xwe de ne didîtin. Yan na, dema rîsalet û zuhura Quranê, di cîhê pevçûnên hişk û cengên bi çekan, gelek eşkere ye kû wê bi gotinên bedew û lihevanîna hevokên zimanê dayikê, wê bi hatina meydanê û bi Quranê re hemberî bikirana.

Lewra Quran bi xwe, mixalifên xwe dawetî düello û miqabelê dike, ji hêla bedewîya daxwûyanîyê, lihevanîna hevokan, çêtirîya şewazê û dereceya bilinda fesahetê û belaxetê. Lêbelê pisporên fen û şewazê û şairên mezin û xetîbên navdarên wî heyamî kû heta vêgavê jî li ser cihana şewaza ereban bandoreke wan ya eceb he ye û pisporên vî fennî tên jimartin, piştî lêkolîna terkîba bedew a Quranê kû ji sînorê taqeta beşer der e, bi şev seneden îftîxarên xwe kû bi ava zêr û li ser qumaşên misrî nivîsandinê kû bi navê (muelleqatu seb`i) nav da bûn ji dîwarên Kabê kom kiribûn. Lewra wan eşkere fêm kiribûn kû mirovên herî belîx jî taqeta nîşandina mînakek wek vê di wan de tûnîne. Dijminên dijwar û hişkên Pêxember hesreta bidestxistina yek xeta û qisurek edebî bi xwe re birin gorê.


Him bi şahidîya dîrokê, pisporên edebîyatê û nivîskarên navdarên her heyamî, cegerê hemberîya bi Quranê re bi xwe re nedîtine û bi îcaza Quranê îtîraf kirine.
Erê; Quran, ronayîyek ebedî ye kû rîya hîdayeta însan bi hêla însanîyetê, xweşbextîyê, seadetê û rizgarîyê bi şiklekî herî qewîn nişan da ye. “ev Quran, mirovan bi rîya herî rast û qewîn hîdayet dike û bi kesên xweyê karên qenc û bi îman, mizgînîya bidestxistina mizeke mezin dide.” Ji hêla kû Quran ev mucîza ebedîya Pêxember, tîrêjek û nûrek ronî ye kû ji tîrêjên wehy û ilhama îlahî hatîye girtin, a ev heyîya wehyê tû demî wê netemire : “me vê Quranê şandîye û bê şık em ê bibin parêzwanê wê.”


QURAN NEHATÎYE TEHRÎFKIRIN

Tû Şek tûnîne kû misilmanan girîngîyek taybetî didin kitêba xwe ya ezmanî û ev jî ji ber eleqe û heyranîya wan ya bi Quranê ve ye.

Di destpêka bêsetê de hemanê bilind û meqamê girîngê civakî di fesahet û belaxetê de bû. Quran jî him ji hêla vî fennî ve û him jî ji hêla naverok û ezemeta wateyan bi şiklekî bû kû xetîbên ereb û pisporên beşa edebîyatê, fêm dikirin kû ev ayet, bi helbestên dewranê cahilîyê, edebiyat, xîtabe û peyvên dilpesend re nayê qiyas kirinê. Şiklê zahire wê ne şi`r e û wezn û qafîyê wî jî tê de tûnîne, lê digel vî qasî bedewîyek eceb tê de he ye.

Ev tişt, bi temamî bê sabiqe ye. Mişrikan Quranê sihr û Pêxember jî bi sahirî nav kirin da kû bi vê hîleyê mirovan ji dorê Pêxember (selatên xweda li wî û malbata wî be) dûr bikin.

Lê digel vê dijminîya bi jar jî, navdarîya daweta Pêxember û ayetên pîrozên kû dihatin tîlawetkirin, roj bi roj zêde dibû. Heta hinek ji kafiran, digel kû îman ne anîbûn jî, ji ber kû tîbûna zewqa edebîya xwe bişkênin, bi dizî diçûn li dora xanî yê Pêxember rudiniştin û guh didan ayetên kû wî hezretî tîlawet dikir.

XWENDIN Û JIBER KIRINA QURANÊ

Misilmanan, mêr û jin, mezin û piçûk li ser jiber kirina quranê disekinîn û bi xwendin û dubare kirina ayetên ezmanî, rihên xwe yên pir heycan aram dikirin û dersa xweşbextîyê hîndikirin.

Di netîcê de, ji destpêka bêsetê ve, dijber û heval, dost û neyar, ayetên Quranê dibihîstin û gelekên ji wan jiber dikirin.

Lewma, Quran dibin dorpêçkirina komek taybetî de nebû. Hê ji destpêkê ve hemîyên misilmanan desten wan digihîjtê û ayetên wê di limêj de û ji bilî limêjê jî dixwendin. Wan dikirin palpişta peyvên xwe û bihevdû fêr didan. Wisa bû kû her ayet piştî nazil bûnê di navbera rojek dû rojan de, ji teref gelek sihabîyan ve dihat jiber kirinê.

Ji hêlek din ve jî, komek taybetî ji yaran û peyrewanên Pêxember, (selatên xweda li wî û malbata wî be) meşxule jiber kirin û xwendina ayetan bûn kû bi navê – qurra (xwendevanan) – di navbeyna misilmanan de hatibûn naskirin.

Komek din jî kû di serê wan de Emîrê mominan (silava xweda lê be) cîh girtîye, bi navê – kuttabu wehy (nivîskarên wehyê) – û nivîskarên ayetên Quranê deng da bûn. Tiştê kû ji Qurana mecît nazil dibû, di hizura Pêxember de (selatên xweda li wî û malbata wî be) û bi destura wî zatî, li anagora pergela kû kerem dikir, di lewheyên taybetî de dinivîsandin.

Ev kar di bin kontrol û tedbira zatê Pêxember (selatên xweda li wî û malbata wî be) ya zirav de pêk dihat kû heta piştî kû ayet dihatin nivîsandin kerem dikir kû jê re bixwînin da kû bi torek rip û rast hatibe nivîsandin.

Bê şik e kû navê gelek sûreyên Quranê di heyamê Pêxember de dihatin zanîn û zatê Pêxember cîhê her sûreyî bi xwe tayin dikir. Heta veqetandina sûreyan bi komikên wekî; tîwal, mîîn û mesanî jî di wî hingamî de pêk hat.

Zatê wî bi xwe navê, her sûreyê Quran anîye ser ziman û xêra xwendina her yekî ji wan jî kerem kirîye. Him Evdillahê lawê Mesud, Ûbeyyê lawê Qaab û hinên din, gelek caran di hizura Pêxember (selatên xweda li wî û malbata wî be) de quranê xitim kirine û temamê wê xwendine.

Ji alîyek din jî, ayetên Quranê yên kû nazil dibûn û di lewheyan de dihatin nivîsandin, di cîhekî taybetî yê mecîdê de, dihat danîn da misilmanan ji ber binivîsin û bi vî awayî deste her kesî digihîjt Quranê.

PÊKERÊN PARÊZÎ YA QURANÊ

Erê! Pêkerên parêzîya Quranê ji tehrîfê pir gelek in. Wekî mînak in pêkerên kû berî vî qasî hatin yad kirin. Lewma ye kû Quran bi palpişta nezareta hûr û domdara Pêxember (selatên xweda li wî û malbata wî be) di komkirin, nivîsandin û jiber kirina wê de û bi vî rengî jî, işqa eceba misilmanan bi wê û ji ber kû destê her kesî digihîjtê, esalet û derînîya vê kitêba ebedî, hatîye pejirandin û di cîh de ye.

Bi xilafê kitêbên ehdeyn kû Tewrat bi qederê hezar salî û Încîl jî sêsed salî ji destê gel dûr bûn û di bin destê buyer û şoreşên sîyasî û leşkerî bûn. Piştî kû bi salan bi ser de derbaz bûn hate komkirin. Lêbelê kitêba ezmanî ya misilmanan ji hingamê nizulê ve ev bû û vê gavê jî bi eynî tertîbê ye.

Bi tû şiklî destê xirabê kêmasîyê yan jî zêdebarîyê negihîjtê ye û di dewra jîyana Pêxember de (selatên xweda li wî û malbata wî be) bi çewabûnî ya îroroj hatîye komkirin.

Alimên mezinên şiîyan di dirêjayî ya dîrokê de bi teqezek eşkere, eslê senedî û tehrîf nebûna Quranê daxwuyandine. Wekî muheddîsê mezin şex Seduq, feqîhê bi nav û deng şex Mûfîd û hêjayek mîna seyyîd Murteza, şeyx-ut taife Tusî, mufessirê mezin Tebersî û alimên mezhebê şiîyan yên din jî bi hêz, şika tehrîf bûna quranê red kirine.


Dawîyeka mijarê ev e kû; Quran, ev kitêba ezmanî û mucîze ya ebedî ya Pêxember, (selatên xweda li wî û malbata wî be) tû kêmasîyî tê de rîya xwe nedîtîye û ev Qurana kû îroroj di destê me de ye eynî ew Qurana kû ji Pêxemberê ekrem re (selatên xweda li wî û malbata wî be) nazil bûye ye. Ji her şiklê gorîn û tehrîfê parêztî ma ye û pêşîvanên Masum yên me jî ev Qurana kû îro di destê misilmanan de mewcud e, gerandine pîvanga naskirina haq ji batil û wuha dane zanîn.

Her tiştê kû ne li anagora Quranê be merdud zanibûn û gelek destur-ul emel û şîretan ji bo vê kitêba pîroz kerem kirine. Ji wan in: sekna li ser hînkirina Quranê, emel kirina bi Quranê, ucreta xwendina Quranê, pêwîstîya hurmeta Quranê, edebên tîlaweta Quranê, parêztina Quranê, guhdarîya Quranê û ji van tevan pirtir jî, girîng dayîna bi cîh anîna desturên ezmanî yên Quranê ye kû bê emel kirina bi wan û çûna di sîya wan de di piçik bi piçikê jîyana tekakesî û civakî, maddî û manewî, sîyasî û aborî û yên din, beşer wê tû deman rûyê seadet û xweşbextîyê nebîne.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018