Balafirên Erebistanê di 24 sietên buhurî de 50 carî êrişî Yemenê kirin

  • Kodê Nûçe : 859352
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Balafirên cengê yên Erebistanê di 24 sietên buhurî de zêde ji 50 carî êrişî deverên curbicur ên Yemenê kirin ku di encamê de çend welatîyên yemenî hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Yemenê (Saba), di encama 2 êrişên balafirên cengê yên siûdî ser gundê Helîlê li devera Benî Meterê li parêzgeha Senayê de kesk ha kuştinê û 4 kes jî di encama êrişa ser devera Alê Moqeneyê li devera Minbê li parêzgeha Seidê li bakûra Yemenê de birîndar bûn.

Balafirên cengê yên siûdî herwiha çar caran êrişî devera Beqeyê li devera Kitafê û 3 caran jî êrişî devera Meslûbê û 5 caran jî êrişî devera Geyîl li parêzgeha Cofê li bakûra Yemenê kirin û 2 caran jî êrişî devera Serawhê li parêzgeha Marebê li navenda vî welatî kirin.

Li parêzgeha Hecê li rojavaya Yemenê jî balafirên cengê yên Erebistanê êrişî devera Meşerê kirin û 15 caran jî du deverên Herez û Mîdîyê dan ber bombeyan.

Hêza hewayî ya Erebistanê mideha çend sietên buhurî de 3 caran êrişî devera Yextelê li Mexayê û caekê êrişî devera Hamlîyê li devera Mowezeyê li parêzgeha Teizê li başûra rojavaya Yemenê kirin û 2 caran jî baregeha Telê li Necranê û 5 caran jî bajarê Rebûyê li devera Esîrê kirin armanc.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*