Êrişa artêşa Tirkîyê ser çeperên kurdên sûrî

  • Kodê Nûçe : 840394
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Hêzên bejayî û hewayî yên artêşa Tirkîyê, êrişî çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li nav axa Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora Rojnama Miliyet çapa Tirkîyê, Hêzên bejayî û hewayî yên artêşa Tirkîyê, êrişî çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li axa Sûrîyê yên pêşberî parêzgeha Kilîsê li başûra Tirkîyê kirin.

Di encama êrişa bi topan a artêşa Tirkîyê ser herêma Efrînê de herîkêm 3 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Şeva borî artêşa Tirkiyê û hêzên opozîsyona Sûriyê, bi hêceta hebûna hêzên YPG`ê gundên bajarê Efrînê li bakûra Sûrîyê dan ber topan.

Li gorî agahiyên BasNewsê, di encama wan êrişan de herî kêm 3 sivîl hatin kuştin û 8 sivîl jî birîndar bûn.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*