Fermandarê Giştî yê Sipahê: Îdîaya dibêje Îran moşekan dide Yemenê, bêbingeh e / Se’d Herîrî xulamê Erebîstanê ye

  • Kodê Nûçe : 865123
  • Çavkanî : Abna
Brief

Fermandarê Giştî yê Sipahê diyar kir: Derfeta me ya ku em moşekan bibin Yemenê qet tineye û moşekên bi kar tênîn jî yên wan bi xwe ne û dûravêjî lê zêde kirine û ji bo ku tola xwîna şehîdên xwe hilinin jê sudwerdigrin.

Abna / Fermandarê Ateşa Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Angaşta Trump ya dibêje Komara Îslamî ya Îranê moşekan dide Yemenê bêbingeh û derî rastîyê ye.

Serleşker Muhemed Elî Caferî, roja yekşemê berî êvarê, li navbera lidarxistina merasîma defnê ya bavê serleşker Qasim Sileymanî, ev yek anî zimên.

Wî, bersiv da îdiaya Trump ya li ser piştgîriya moşekî ya Komara Îslamî ya Îranê bo Yemenê û diyar kir: Birêz Trump gelek gotinên çewt ên bêbingeh û derew kirin û gelek tohmet avêtin Îranê ku jê yek jî ev tohmeta dawîyê bû.

Fermandarê Giştî yê Sipahê îzeh kir ku derfeta me ya hirnatina moşekan bo Yemenê qet tineye û moşekên li ba wan jî yên wan bi xwe ne û ji bo hilanîna tola xwîna şehîdên xwe jê sudwerdigrin.

Serleşker Caferî, her wiha bersiv da pirsa li ser daxuyanîyên Se’d Herîrî ku gotibû min ji ber destwerdanên Îranê yên li navçeyê îstîfa kir û got: Îstîfaya ku li Riyadê bê dayîn, peyama wê zelal e û dide diyarkirin ku ev kes xulanê Erebîstanê ye û ya rast, li ser sparîşa rejîma sehyonîstî û Erebîstanê bi vî karî rabûye, bi hêvîya ku bikaribe rewşa navxweyî ya Libnan serûbin bike.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*