Pêgiriya Lavrof li ser hevkariya sêalî ya Îran, Rûsiye û Azerbaycanê

  • Kodê Nûçe : 868251
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê li ser girîngiya hevklariyên sêalî yên navbera van sê welatan digel Komara Îslamî ya Îranê û Komara Azerbaycanê pêgirî kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Rûsiuyê, Sêrgêyî Lavrof roja Sêşemiyê got: ``Çarçova hevkariyên Îran, Rûsiye û Komara Azerbaycanê li ser esasa berjewendiyên hevpar û meraqdariya bo danûstadina bi hev ra ye``.

Lavrofî got: ``Berfirehkirina rêbihurka veguhstina navneteweyî ya Bakur-Başûr ji armancên din ên vê pêwendiyên ye``.

Lavrofî her wiha  Yeka din ji sedemên hevkariyên sê welatên Îran, Rûsiye û Komara Azerbaycanê hebûna helwêstin yeksan û wekhev derheq rewşa Sûriyê da zanîn û got: ``Her sê welat daxwaza pêkhatina aştî û aramiyê li Sûriyêî dikin``.

Gotinên Lavrofî di rewşekê da ne ku duyemîn civîna serokên Îran, Rûsiye û Komara Azerbaycanê di destpêka Mijdarê da li Têhranê hat lidarxistin.

Civîna serokomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê jî biryar e ku roja 22`ê Mijdarê anku sibê Çarşemiyê li bajarê Sûçiya Rûsiyê were lidarxistin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*