Pesendnameyên parlimana Iraqê li dijî Herêma Kurdistana vî welatî

  • Kodê Nûçe : 856785
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Parlimana Iraqê roja Çarşemiyê li civîneke taybet ku serokwezîr û wezîrên karên hundir, berevanî û rawêjkarê ewlehiya neteweyî ya Iraqê têda beşdar bûn, pesendnmeya dawiyê ya tembîkirina rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ji ber lidarxistina giştpirsîna cudabûnê pesend kir.

Li gorî rapora IRNA'yê, li ser esasa pesendnameya parlimana Iraqê, serokê Herêma Kurdistana Iraqê kete bin şopandina dadweriyê. Şopandina dadweriyê ya hemî cihênrên Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji wan Mesûd Barzanî û radestkirina wî bo dadgehê ji bo mehkemekirina dadweriyê ji pesnednameya tembîhî ya parlimana Iraqê ye.ş

Her wiha şopandina dadweriyê ya hemî kedkarên kurd ên mijûl li rêvebiyiên dewleta Iraqê ku li cihanîna Giştpirsînê beşdarî kirin û girêdana hemî derbasgehên sînorî li Herêma Kurdistana Iraqê ji pesnednameyên din ên tembîhî yên parlimana Iraqê bûn.

Her wiha her kelûpela ku ji derbasgehên sînorî li Herêma Kurdistana Iraqê bê nav Iraqê wek kelûpela qaçax tê hisab.

Parlimana Iraqê ji Heyder Ebadîyê serokwezîrê Iraqê wek fermandarê gişt hêzên çekdar jî xwestiye ku fermana pêwîst ji bo bicihbûna hêzên ewlehiyê yên Iraqê li navçeyên kêşelisre ji wan Kirkûkê û vegerandina hemî bîrên niftê li bakurê Kirkûkê bin çavdêriya wezareta niftê ya Iraqê bide.

Li ser esasa pesnednameya parlimana Iraqê, dewleta navendî erkdar e ku canê hemî welatiyên iraqî biparêze û ji wan piştevaniyê bike. Her wiha li pesendnameya parlimana Iraqê ku zêde ji 160 nûneran ew îmze kiriye, hatiye destnîşankirin ku Giştpirsîna Cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ku Duşemiya buhurî (25ê Îlona 2017) hat lidarxistin, nerewa ye.

Taxima dewleta Iraqê jî duh anku Sêşemiyê bi pesendnameyekê, demeka sêrojî ji bo Herêma Kurdistana Iraqê ji bo radestkirina hemî deriyên sînorî û firokexaneyên du bajarên Hewlêr û Silêmaniyê bo dewleta navendî ya Iraqê diyar kiribû.

Ev demam diyarkirî ya sêrojî ji Îniya vê hefteyê (29ê Îlona 2017an) dest pê dibe û dewleta navendî ya Iraqê hemî firrînên ber bi Herêma Kurdistana Iraqê heta ragihandina din rawestandine.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam