Qasimî: Rapora Asime Cehangîrê sîyasî, bixerez û narewa ye

  • Kodê Nûçe : 862880
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê rapora nû ya raportera Konseya Mafên mirovan a NY têkildarî Îranê `` bixerez û ``narewa`` bi nav kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mehr`ê, Behram Qasimî herwiha got: Helwesta Komara Islamî ya Îranê li bara raportera taybet a NY û raporên ku ew raberî Civata Giştî û Konseya Mafên Mirovan a vê sazîyê dike, helwesta isûlî û anegorî esasa sîyasî û bijartina nedadmendane ya raporterê ji bo rewşa mafên mirovan li Komara Islamî ya Îranê ye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir ku raporên raportera taybet ser bingeha biryarnameyeke nedadmendane û dûrî insafê ser bingeha armancên sîyasî û xêrnexwazane yên hin welatên kivş û bixerez tên amadekirin û raberkirinê. Wî got: Sûdwergirtina ji helwestên sîyasî, nerast û anegorî cotistandardîya tam a hin welatan, encamek bilî lawazkirina cîgeh û rûmeta mijara mafên mirovan li asta cîhanê û riswatîya zêdetir a idiakirên mafên mirovan û hevgirtîyên wan ku hemîyan karnameyeke reş di warê mafên mirovan de hene, tinabe.

Asime Cehangîr raportera taybet a NY li karên mafên mirovan ên Îeanê, li rapora şeşmehên destpêka sala 2017`ê bi rexnekirina dubare ya cihanîna qanûna islamî ya qisasê û îdamkirina qaçaxçîyên madeyên hişber, di çarçova idiayeke dubarekirî de basa binpêkirina mafên mirovan li Îranê kirîye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*