Rûhanî: `Yekîtiya Ereban, rêxistineka rizî ye`

  • Kodê Nûçe : 868255
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Rûhanî bersiva tawanên bêbingeh ên Yekîtiya Ereban li dijî Îranê da û ev yekitiya wek rêxistineka riz da zanîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî sibeha îro anku Sêşemê li pêncemîn kongreya seranserî ya Mala Cotkaran ku li Kampa Şehîd Bahuner a Têhranê hat lidarxistinê, tevî pêgiriya li ser girîngiya rola dîplomatan li civînên Astaneyê li warê vegerandina aştî û aramiyê bo navçeyê, bal kişande ser lidarxistina civîna sêalî ya bi amadebûna serokomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li warê têkoşîna dijî têrorîsmê û pêkanîna aştiyê li navçeyê kir û got: ``Sibê li Rûsiyê  serokomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê dê li kêleka hev kom bibin û ji bo pêşeroja Sûriye û navçeyê dê bişêwirin``.

Rûhanî di dewama axaftinên xwe tevî rexneya ji lidarxistina civîna wezîrên karên derve yên welatên endama Yekîtiya Ereban li ser mijara êrîşa mûşekî ya Yemenê li ser Riyazê, got: ``Cihê mixabiniyê ye ku di rewşa ku gelê navçeyê bi kokbirkirina DAIŞ`ê karekî mezin kirine, wezîrên karên derve yên rêxistineka rizî û bêhêz û bêbandor bi navê Yekîtiya Ereban li hev bicivin û tevahiya fikra wan eva be ku çima gelê Yemenê piştî du salan ku li ber bombebaranê bûne, mûşekek kewkî aliyê Riyazê kirine û mixabiniya xwe ji vê yekê diyar bikin``.

Wî tevî diyarkirina nefreta xwe ji babetên hilêxistî li civîna vê dawiyê ya wezîrên karên derve yên welatên endamê Yekîtiya Ereban, got: ``Wê demê ku gelê Iraqê tûşî metirsiya DAIŞ`ê bûn, wê demê ku gelê Sûriyê li Heleb û Dêra Zorê hatin serjêkirin û wê rojê ku gelê Yemenê di bin bombebarana giran da bûn an wê rojê ku li bilindahiyên Libnanê têrorîst serdest bûn û gef li gelê Libnanê xwarin, Yekîtiya Ereban li ku bû?``

Serokomarê Îranê got: ``Cihê mixabiniyê ye ku hinek ku xwe wek misilman û ereb dizanin, li dora hev kom dibin û mixabiniya xwe ji bersiveka bihêz a gelê bindest ê Yemenê diyar dikin. Ewna tevayê xema wan ev e ku çima gel, têkoşer û artêşa Yemenê karîn, dûrgihêjiya mûşeka xwe ya Skadê ku li ambarên wan bûn, zêde kirin``.

Rûhanî her wiha tevî diyarkirina mixabiniya xwe deheq tevgerên Yekîtiya Ereban, got: ``Gelo tenê gelê Erebistanê, ereb in û gelê Yemen, Sûriye, Libnan, Iraq û Filistînê ereb nînin?``

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*