Serdar Selamî: Heke Evropî bikevin qada me em ê menzîla mûşekên xwe hîn zêde bi pêş bixin

  • Kodê Nûçe : 869523
  • Çavkanî : Abna
Brief

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Spahê Pasdaran got: Bila haya Ewropîyan jê hebe, heke bixwazin têkevin qada me em ê menzîla mûşekên xwe ji 2000 kîlometran pêşvetir bibin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Alîkarê Fermandarê Giştî yê Spahê Pasdaran ku beşdarvanê bernameya Nigahê Yek bû, digel bi lêv kirina hevderdîya xwe ya bi mexdûrên erdhêja Kirmanşanê û îşareya bi têkçûna DAÎŞê li rojên dawî, diyar kir: Gava Amerîkîyan fêm kirin ku nikarin ya li navçeyê dixwazin, bi dest bixin û nekarîn deshilatdarîya li gorî xwe di Rojhilatanavîn de ava bikin, normal e ku ji bo rejîma sehyonîstî bikevin nava fikaran. Li hêla din bûn şahidê qulibîna li dûyî hev a dîktetorên ku piştgirîya wan dikirin. Lewra, bona ji nav birina xeleka mihwerî ya berxwedana Îslamî hawira ewlehîya navxweyî ya Sûriyê xistin bin bandora xwe û di lîteratûra siyasî ya cîhanê de têgîneke bi navê DAÎŞê derxistin holê.

Serdar Sertîp Huseyn Selamî, digel îşareya bi akam û encamên ji avakirina DAÎŞê der bûn, wiha lê zêde kir: Piştî vê bizavê, parêzgehên cihêreng ên Sûriyê ketin bin bandora êrişên tekfirîyan û komên sehyonîstî û îtilafeke cidî û xurt pêk hat, wisa bû ku hemûyan guman dikir êdî rêveberîya Sûriyê gihaya niqteya dawî.

Serdar Selamî amaje bi berteka Komara Îslamî li hemberî van rûdanan kir û bi bîr xist: Ji ber nêrînên kûr ên rêberîya Înqilabê û hereketa fermandarên hêzên Qudsê, pêvejoya têkçûna Sûriyê berevajî bû.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Spahê, digel îşareya bi fikra Komara Îslamîya Îranê li ser mijara Sûrîyê, bi bîr xist: Komara Îslamî li ser vê fikrê bû ku guhertina rejîma siyasî divê bi destê gel û bi rêya pêvajoya demokratîk pêk were û êrîşkirin û ji nav birina navendên welatekî, ne rêya çareserîya guhertina rejîma siyasîya wî welatî ye.

Wî lê zêde kir: Komara Îslamî bi awayekî tam, kûrahîya stratejîya xeternak a Amerîkîyan teşxîs kir lê dema Amerîkî ji Sûriyê bêhêvî bûn, vê carê li Iraqê piştgirî dane komên tekfirî.

Serdar Selamî, digel îşareya bi hilgirtina rênîşandanîya DAÎŞê ji hêla Ebû Bekr Bexdadî ve, eşkere kir: Ji sala 2010`an ve ku Ebû Bekr Bexdadî rênîşandêrîya DAÎŞê hilgirt ser xwe, karî Mûsilê bixe bin lepên xwe û hin beşên erdê Iraqê têxe bin bandora xwe û ji ber ku di navbera Sûriye û Iraqê de sînor vekirî bûn, Amerîkîyan erdeke bêyî sînor li Îraq û Sûriyê pêk anîn.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Spahê, bal kişand ser rola Amerîkayê di şekilgirtina komên tekfirî û sehyonîstî de û bi bîr xist: Welatê Îraqê ji sedî çêhl û yê Sûrîyê jî ji sedî çêhl di bin dagirkerîya komên tekfirî de bûn. Ev hereket nikara bi dizî şikl bigre, li gorî hin reporên li ber destê me ne, di salên 2013 û 2014`an de li welatê Sûriyê îmkanên leşkerî dihatin daxistin.

Wî digel îşareya bi cidîbûna xetera DAÎŞê, destnîşan kir: DAÎŞîyan ji xeynî xwe, hebûn û nasnameya ti kesî qebûl nedikirin û heke qulibîna bajaran bi destê DAÎŞê dewam bikra dê karesateke mezin a însanî di cîhana Îslamê û heta jê wêdetir de biqewmiya. Çiko ew (DAÎŞî) ji ber taybetîya xwe ya xofnak gihiştibûn qabilîyeta feth û zebt kirina bêyî şer.

Serdar Selamî bal kişand ser ku DAÎŞî heya 40 an 50 km. nêzî sînorên me hatin lê bilez jê dûr bûn û nikarîn li kêleka sînorên me baregehên qehîm ava bikin.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Spahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, bi daxuyandina vê yekê re ku hêza besîcî ya cîhana Îslamê di vê macerayê de hate pê, diyar kir: Ya ku qewimî, ev bû ku hizr û bawerîya besîcî ji vî welatî derbasî welatên din bû û fedakarî û hesta fedabûna yekî bo hemûyan û hemûyan bo yekî, belav bû.

Wî digel îşareya bi girîngiya yekîtîya li navbera welatên herêmê, destnîşan kir: Ji ber ku em hemî ji bo Îslamê û îzeta Îslamê hewl didin, ev yek dibe baîs ku dijminên hevbeş ên cîhana Îslamê negihêjin mirazê xwe. Heger em bixwazin ku her kes tenê sînorên xwe biparêze em ê yek bi yek têk biçin lê heger em bi hev ve girêdayî bin û bibin kîp, çawa ku gotine; înnallaha meel cemae` ango Xwedê bi cemaetê re ye, dê Xwedê bi me re be. Her wiha ne pêkan e ku li Îranê ewlehî hebe lê li Îraqê tinebe.

Serdar Selamî digel beyana vê yekê ku rejîma xanedana Siûdî bi destê emperyalîzmê hatiye lêkirin, got: Îdeolojîya wehabîyetê çawa hêlûna xwe bi destê îngilîzan li cîhana Îslamê çêkir, wisa jî guman dikin ku dikarin xwe bi destê Amerîka û îstikbarê mezin nîşan bidin.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Spahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, bi daxuyandina vê yekê re ku Siûdî di lîtava Yemenê de çikilîne, got: Rewşa herî xeternak ji bo rejîmeke siyasî, bê stratejî bûn e. Him Amerîkîyan him jî Siûdîyan ji mêj ve ye ku hînî têkçûnê bûne û ev mijar êdî di çanda wan de bi cî bûye.

Wî her wiha got: Niha cîhana Îslamê ye ku li Amerîkayê rê li ber guherînê vedike.

Serdar Selamî digel îşareya bi vê gotegotê ku mûşeka li paytexta Erebîstanê ketî ya Îranê ye, diyar kir: Sînorên Yemenê tev di bin kontrola hewayî û bejayî ya Siûdîyan de ne û em bi awayekî fermî radigihênin ku Yemenîyan bi riya hilpekîn û pijiqîneke teknolojîk karîn menzîla mûşekên xwe bi pêş ve bibin. Gava miletek bixwaze û vîna xwe bişidine dikare li ber êrişan raweste.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Spahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, bersiva hin demagojîyên Siûdîyan jî da û got: Demagojîyên Siûdîyan tenê peyv in. Em qabilîyetên Siûdîyan dinasin û haya me jê heye ku qabilîyata wan êdî nemaye, rejîma wan rejîmeke krîstalî û tenik e.

Wî her wiha gotina xwe anî ser hêza mûşekî û bergirî ya Komara Îslamî û diyar kir: Hêza bergirî û mûşekîya me garantîya ewlehî, xweserî û îqtîdara dîplomasîya me ye û em ti cara li ser vê babetê nakevin nîqaşan. Çimkî heke em derîyê vê nîqaşê vekin, tê vê wateyê ku em teslîm bûne û ev yek ji bo dijmin tê wateya serketina bêyî şer.

Serdar Selamî wiha dirêjayî dayê: Heke me heya îro menzîla mûşekên xwe di asta 2000 kîlometran de girtiye û me bi jor ve nebriye, ne ji ber kêmasîya teknîkî ye, çiko bernameya me ya mûşekî xwedî mentiq û fikreke stratejîk e. Lewra divê Ewropî hay jê hebin ku ger bixwazin têkevin qada me em ê menzîla mûşekên xwe hîn zêdetir bi pêş bibin.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Spahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, li ser piştgirîya Yemenê jî got: Piştgirîya me ya manewî ji bo Yemenê tebîî ye û anagorî dîrektîfên Meqamê Gewreyê Rêberîyê, li ser me wezîfe ye em li her dera cîhanê mezlûman biparêzin û niha jî em piştgirîya manewî û siyasî didin Yemenê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*