Wilayetî: Bila welatên ewrûpî siyaseteke bê teref li bara meselên navçê bigirin ber xwe

  • Kodê Nûçe : 856179
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Endama Civata kifşkirina Xêr û Kara Nizama Komara Îslamî ya Îranê got: Bila welatên ewrûpî û bi taybet Fransa siyaseteke bê teref li bara meselên navça Rojhilata Navîn berçav bigrin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Elî Ekber Wilayetî li hevdîtina îro yekşemê tev Michael Duclu serokê akademiya dîplomasiya Fransayê li Têhranê got: Siyaseta sereke ya Komara îslamî ya Îranê piştevaniya ji yekparçetiya axa welatên navçê û xebata dijî her cure terorîzmekê ye û destnîşan kir: Siyaseta Îranê xebata dijî terorîzmê, piştevaniya ji dewletên qanûnî û gelên mezlûm ên navçê û xebata ji bo ewlehî û tenahiya cîhanê ye û dê dewamê bide van siyasetên xwe.

Vî endama Civata kifşkirina xêr û kara nizama Komara îslamî ya Îranê destnîşan kir: Eger berxwedan û siyasetên beraqile Îranê li navçê nebûya heta niha terorîst li navçê ji niha zêdetir bibûya belayê canê welatên navçê û cîhanê û terorîstan dê ciyê dewletên qanûnî yên navçê bigirtiba.

Wilayetî herwisa bal kişande ser rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 û destnîşan kir: Ev rêketina rêketineke navnetewî ye û gotûbêja du carî li ser vê rêketinê ji aliyê Komara îslamî ya Îranê nayê qebûlkirin û pêwîst e welatên ewrûpî û bitaybet Fransa li vê barê siyaseteke bêla hebin.

Michael Duclu serokê akademiya dîplomasiya Fransayê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser piştevaniya welatê xwe ji rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 û got: Fransayê bona berfirehkirina peywendiyên xwe tev Komara îslamî ya îranê pilanek daniye û her du welat îlaqedarin ku peywendiyên xwe berfirehtir bikin.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*