Ji mekteba Aşûrayê pênc dersên girîng

  • Kodê Nûçe : 859062
  • Çavkanî : Abna
Brief

Sekreterê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) Seyîd Ebu-l Hesen Nevvab di vê nivîsa xwe ya li jêr de pênc dersên girîng ên ku divê misilmanên cîhanê ji Aşûraya Huseynî bigrin, bi bîr dixîne.

Bi bihorîna demê re, rastî û heqîqeta Aşûrayê jî –wekî ya Îslamê – eşkeretir dibe. Goya her sal bi kemilîna mirovatîyê re Aşûra wateyeke teze peyda dike, cîlve û asoyên nû li ber mirovatîyê vedike. Heçko fikr û hizra mirovan bi pêş dikeve xurafeyên Aşûrayê jî kêmtir dibin. Xwaziku Şehîd Muteherî li jiyanê biya û bidîta ku piştî şehadeta wî, tewsiyeya wî ya ku digot biçin hewara dastana Aşûrayê, cefayê li Aşûrayê nekin û nola dastanê qala Aşûrayê bikin, her roj zelaltir û ronîtir dibe.

Heqîqeteke Aşûrayê heye ku mirovatî dêyndarê wê ye, rastîyeke Aşûrayê heye ku Îslam pê zîndî ye û Huseyn lawê Elî rêyek li ber beşeriyetê vekiriye wekî ku heya dawîya dîrokê her roj ronîtir û nûranîtir xuya dike. Ders û îbretên bingehîn ên ku mirovatî heya dawîya dîrokê pêdivîya xwe pê heye, hema dersên Aşûrayê ne ku dikarin wiha bîne rêzkirin:

Dersa yekem, azadî ye. Cewherê azadîyê cewherekî wisa ye ku heke mirov di kêlîyê de wî ji dest bide ji xeynî Xwedê re dibe benî. Ango ji yên din re dibe benîyê zelîl ku vê hîngê ti wateya mirovatîyê namîne. Bi gotineke din, azadî dersa yekemîn a mekteba Aşûrayê ye ku bêyî wê mirovatî bê wate ye.

Ya diyem, hurîyet û serbestî ye ku perçeyê mikemmil ê azadîyê ye û ji vê peyama Huseyn lawê Elî tê fêmkirin ku kerem kir: “Ey gelî mirovan! Ger we dîn nîne û bawerîya we bi roja axiretê tineye, qe ne be bibin mirovên hur û azad”. Hurîyet şiroveya melmûs û berdest ya azadîyê ye û heke mirov bi ti tiştekî bawer neke û tenê mirovekî serbest û hur be, qe ne be ji destê hezar û yek zeter, plangerî û benîtîyê rizgar dibe.

Dersa siyem a Aşûrayê, dad û edalet e. Edalet pêdivîya hemû rojane ya mirovan e û jiyana bêyî edaletê, jiyaneke zilmanî û tarîk e ku heta jiyana cinawirên hov jî nikare bêyî edaletê hebe û bêyî dadê ti zindîyek nikare li ser rûyê erdê bi rehetî jiyan bike.

Ya çarem, mêrxasî û fedakarî û berxwedana di rêya armancê de û sistnebûna di şopandina heq û maf de heya bi dest xistinê ye, berdêla xwe çi dibe bila bibe.

Ya pêncem, îsar û xwe fedakirin e. Îsar ew e ku mirov bi her tiştê xwe ve xwe fedayî rêya parastina armancê bike.

Tê ditîn welatên ku mêrxasên wan ên mezin nînin daku ji xwe re bikin mînak, dest bi afirandina dastan û efsaneyan dikin daku bikarin ji bo mêrxasî û berxwedêrîya nifşên xwe ya di rêya parastina nirxan de rêyekê peyda bikin. Lê me misilmanan bi taybet Şîeyan mînakekî wisa heye ku bi saya wî û ders girtina ji rêya wî û dirûst fêmkirina peyama wî û her wiha serwext bûna ji dastana Aşûryê, dikare heta hetayê li hemberî her cureyê gefan û zordestî û destdirêjîyan bibe mînakekî sereke û kêrhatî. Ev mînak ê ku nirxên herî berz ên dînî û manewî dihewîne, mînakek rastîn û mayende ye ku ji bo hezaran sala me bîmedar dike.

Me nimûneya serketî ya mînakê navborî di şerê heşt salî yê parastina pîroz de dît; ku çawa rêya Huseyn, xatireya Huseyn, mekteb û dastana Huseyn hêz û îstiqamet û fedarîya çend qatî da şervanên me daku li hember destdirêjîyê rawestin û bi hemû hêza xwe, axê welêt, rêya Îmam û înqilabê biparêzin.

Dersên mekteba Aşûrayê, mîna ku ji bo mirovê li her demê hatine amede kirin û her kes li her demê û li her derê dikare bike rênîşa xwe.

Rêya Huseyn mayende û ya şehîdan tijî rêwî be.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam