Cejn û şayiyên îraniyan ji ber hilketina salroja Mebesa pêxemberê hêja yê Îslamê (S)

  • Kodê Nûçe : 826223
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Li şeva mebesa (pêxemberiya) pêxemberê hêja yê Îslamê Hz. Muhemedê Mustefa (S) gelê Îrana Îslamî li her gund û bajarekê merasimên cejn û şahîyê li darxistin.

Li gor rapora IRIB Newsê li bajarên pîroz ên wek Meşhed û Qomê li şeva mebesa pêxemberê hêja yê Îslamê Hz. Muhemedê Mustefa (S) evîndarên ehlê beyta îsmet û teharetê  li heremên Îmamê Heştem Hz. Reza (s) û Hz. Fatimeya Mesûme (s) her der bi lamp û çirayên rengîn xemlandibûn û ev roja mumbarek li hev pîroz kirin û merasimên bi coş ên cejn û şayiyê bi rê xistin.

Herwiha bi vê minasibetê şeva çûyî li mizgevt û heyetên mezhebî û îmamzadeyên deverên curbicur ên Îrana Îslamî jî merasimên cejn û şayiyê bi rê ketin û evîndarên ehlêbeytê, beşdarên van cejnan bi şêrinî û şerbetê kirin mêvan.

Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê jî hilketina mebesa pêxmberê hêja yê Îslamê Hz. Muhemedê Mustefa (S) li gişt misilmanên cîhanê pîroz dike.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*