6 hezar misilmanên Rohîngiyayê li sînorê Bengladişê asteng bûne

  • Kodê Nûçe : 851413
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Rayedarê pilebilind ê bengladêşî li bara stengbûna herîkêm 6 hezar misilmanên Rohîngiyayê li sînorê vî welatî agahî daye.

Li gorî rapora Difa Pressê, rayedarekî pilebilind ê bengladişî raghand ku bi giranbûna  şîdetan li Miyanmarê li dijî misilmanên Rohîngiyayê herîkêm 6 hezar misilmanên ku ji van tund û tûjiyana revîne li sînorê Bengladişê asteng bûne. Hêzên  gardê sînorî yên Bengladişê îzna  derbasbûna nav vî welatî nadine misilmanên  Rohîngiyayê. Eva li halekê ye ku  NY ji Dakayê xwestiye ku alîkariya misilmanên Rohîngiyayê bike. Ji roja înê heya niha Bengladişê îzna derbasbûna  misilmanên  Rohîngiyayê bo axa xwe nedaye. Ajansa awareyên  NY raghandiye ku 3 hezar kes karîne li 3 rojên  buhurî ji sînorê Bengladişê derbas bibin lê hîn  hejmareek zêde  ji kesan li sînoê Miyanmarê û Bengladişê asteng bûne. Pevçûnên  li gundên sîniorî  tim bi tundî didomin.

 Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê NY ji Bengladişê xwestiye ku  penahê bidine misilmanên  Rohîngiyayê ku ji Miyanmarê revîne. Dakayê texmîn kiriye ku nêzîkî 400 hezar awareyên Rohîngiyayî li kampên  penaberan li Bengladişê jiyan dikin. Misilmanên  Rohîngiyayê li 5 aslên buhurî rastî şîdetên bikuj hatine. Li van tund û tûjiyan zêde ji 104 kes heya niha  hatien kuştin. Miyanmarê nêzîkî 1.1 milyon  misilmanên  Rohîngiyayê weke koçberên  neqanûnî dizane ku ji welatê Bengladişê derbasî vî welatî bûne û hazir nîne ku  mafê welatîbûnê bide wan.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*