Daxûyaniya dijî Îranî ya wezareta karên derve ya Amerîkayê

Daxûyaniya dijî Îranî ya wezareta karên derve ya Amerîkayê

Wezareta karên derve ya Amerîkayê li daxûyaniyekî îdiayî ragihand: Biryara Yeketiya Ewrûpa ya pejirandina pakêta piştevaniyê ya 20 milyon dolarî bo Îranê, alîkariya kiryarên terorîstî li Ewrûpa dike.

Li gor rapora IRIB Newsê ji zarê ajansa nûçan a Sputnîkê, Brayan Hok serokê koma kiryarên dijî Îranê li wezareta karên derve ya Amerîkayê li daxûyaniyekê îdia kir ku  biryara Yeketiya Ewrûpa ya pejirandina pakêta piştevaniyê ya 20 milyon dolarî bo Îranê, alîkariya kiryarên terorîstî li Ewrûpa dike.

Hok li gotinên xwe yên dijî Îranê îdia kir: Danezana 23’yê Tebaxê ya Yeketiya Ewrûpa bona dayîna 20.7 milyon dolarên nû bo Îranê, dê peywendiyên abûrî û pişkên din di navbera Ewrûpa û Îranê berfireh bike ku eva peyamekî şaş li wextekî şaş e.

Pêştir komîsiyona Ewrûpa ewil pakêt ji projên xwe bona piştevaniya ji berfirehbûna peywendiyên abûrî-civakî yên xwe tev îranê piştrast kir.

Her li vê çarçîvê Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku ev pakêta Ewrûpa girêdayî rêketina navokî nîne û tu peywendiyeke vê projê bi boykotên Waşîngtonê yên dijî Îranê re tune.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018