Dilgiraniya Tirkiye û Amerîkayê ji lidarxistina giştpirsîna cidabûna Kurdistana Iraqê

  • Kodê Nûçe : 850188
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Serokomarê Tirkiyê û wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê dilgiraniya xwe ji ber lidarxistina giştpirsîna cudabûna Kurdistana Iraqê diyar kirin.

Li gorî rapora Reuters`ê, wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê, Cêymz Matîs û Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja çarşemiyê li hevdîtina bi hev ra li Enqerê li ser şaşbûna lidarxistina Giştpirsîna Cuda bûna Kurdistana Iraqê ji aliyê rayedarên vê herêmê pêgirî kirin.

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê û Erdoxanê serokomarê Tirkiyê her wiha xwestin ku ev giştpirsîn ku biryar e roja 25`ê Îlona 2017`an li Herêma Kurdistanê bê lidarxistin, were betalkirin.

Lidarxistina Giştpirsîna Cuda bûna Kurdistana Iraqê tûşî berteka ciddî ya dewleta Iraqê û komên cûrbicûr ên vî welatî bûye.

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê, Cêymz Matîs di serê taximeke leşkerî bi mebesta gotûbêja digel rayedarên Tirkiyê gihîşte Enqerê

Sefera vî rayedarê derecebilind ê leşkerî yê Amerîkayê bo Enqerê kêşeya navbera Amerîka û Tirkiyê gurr bûye û du welat hevdu bi sûcê piştgiriya ji komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê tawanbar dikin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*