Lavrof: Baregehên Emerîkayê li Sûriyê neqanûnî ne

  • Kodê Nûçe : 843616
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Wezîrê karên derev yê Rûsiyê tekez kir ku hebûna navendên eskerî yên Emerîkayê li Sûriyê neqanûnî ye.

Li gorî rapora Interfaxê, Sergeyî Lavrof wezîrê karên derev yê Rûsiyê roja îniyê bal kişand ser vê yekê ku  hebûna   navendên eskerî yên Emerîkayê li Sûriyê bingeha qanûnî tine û got: ``Muzakirên bi Emerîkayê re  li bara pîvanên sereke yên avakirina  navçên kêmkirina  aloziyê li başûrê Sûriyê didome``.

 Sergeyî Lavrof tekez kir: ``Hûrgiliyên  li bara çawaniya cihanîna operasyonê jibo garantîkirina cihanîna  agirbesê li başûrê Sûriyê her wiha garantîlkirina derbaskirina alîkariyên mirovheziyê û guhestina  xelkê sivîl ji van navçana  li halê dawîkirinê ye``.

 Wezîrê karên derev yê Rûsiyê li bara tawanên  hilêxistî ji aliyê Mayk Pampiyo serokê CIA`ê li bara mudaxila Rûsiyê li hilbijartinên  Emerîkayê jî got: ``Ev tawan nemaqûl in``. 

Emerîkayê, Rûsiye bi mudaxila li hilbiajrtinên  serokkomariya 2016`an ji riya  hekkirina kompiyoterên   navenda hilbijartinê ya  Dêmokratan û weşandina  belgeyên  nepenî û şandina  tîma lêkolînê bo navenda hilbijartinê ya Donald Trump tawanbar kiriye.

 Rûsiye hertim  her cure  destwerdana li hilbijartinên  serokkomariya Emerîkayê red kiriye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*