Li Rûsyayê, qirkirina misilmanên Miyanmarê, ji hêla girseyeke mezin ve hate şermezar kirin

  • Kodê Nûçe : 852177
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Bi hezaran kesî li Rûsyê bi lidarxistina hin kombûnan li Moskovayê û çend bajarên din ên vî welatî, kuştina misilmanan li Miyanmarê şermezar kirin û xwestin ku ev cinayet werin sekinandin û herwiha civaka cîhanî bertekeka vebirr nîşan bide.

Li gorî rapora IRNA`yê, kombûna li Moskovayê îro yekşemiyê li ber avahiya sefareta Miyanmarê ya li kolana Balşaya Nîkîtskîyê dest pê bû û zêde ji 800 kjes têde beşdar bûn.

Malpera rojnama Îzowêstiyayê, nivîsî: Beşdarên li kombûna gelanî ya li ber avahiya balyozxaneya Miyanmarê li Moskovayê, bi hin dirûşmeyên wek ``terorîst, kuştina misilmanan bisekinînin`` û ``Civaka cîhanî çima li hember kuştina misilmanan bêdeng maye`` pişta misilmanên Rûhîngiyayê girtin û ji dewleta Miyanmarê xwestin kiryarên terorîstî yên dijî misilmanan bide sekinandin.

Li vê kombûnê ku bêyî hevahengiyê hate lidarxistin, bi dehan memûrên ewlehiyê û memûrên polîsê taybet, li cihê kombûnê bicih bûn û ji xelkê xwestin ku wê derê biterikînin. Di eynî demê de kanala televîzyonî ya rûsî ya Dojo`yê jî îro ragihand li çend bajarên Komara Daxistanê ji wan Derbendê, hin kombûn bona piştgîriya ji misilmanên Rûhîngiyayê hatin lidarxistin û beşdar hevgirtina xwe bi wan re ragihandin.

Herwiha bi sedan kes li kombûnekê li bajarê Girozêniya paytexta Çêçênê, cinayetên dijî misilmanên Miyanmarê şermezar kirin û ji dewleta vî welatî xwestin karekî bibandor jibo rawestandina qira kêmîneya Rûhîngiyayê bike.

Li gorî ragihandina mêdyayan, di encama şideta yek hefteya buhurî de li Miyanmarê heya niha bi sedan misilman hatine kuştin û bi dehan kes jî aware bûne.

Komeka çekdar ku wan êrişan dest pê kirin, xwe Artêşa Rizgariya Rûhîngiyayê ya Arakanê (Raxîn) binav dikin. Êrişên bûdaiyên tundrê ser kêmîneya misilman û nijadî ya Rûhîngiyayê ku ji çend dehekan beriya niha ve berdewam in, di wan rojên dawiyê de pirr girantir bûne.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*