Efûya Navnetewî:

Malên misilmanên Rohîngayê hema hîn jî di nav êgir da têne şewitandin

  • Kodê Nûçe : 855976
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Saziya Efûya Navnetewî ragihand ku belgeyên nû di ber dest dane ku nîşan didin hema hîn jî Malên misilmanên Rohîngayê li parêzgeha Raxînê li Miyanmarê di nav êgir da têne şewitandin.

Saziya Efûya Navnetewî ragihand ku belgeyên nû di ber dest dane ku nîşan didin hema hîn jî Malên misilmanên Rohîngayê li parêzgeha Raxînê li Miyanmarê di nav êgir da têne şewitandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Saziya Efûya Navnetewî ragihand ku dîmenên setlaytî nîşan didin hema hîn jî  Malên misilmanên Rohîngayê li parêzgeha Raxînê li Miyanmarê di nav êgir da têne şewitandin û hîn jî dûkelên reş ku nîşan didin gundên misilmanan têne şewitandin li van navçan diyar dibe.

Artêş û bûdayiyên Miyanmarê malên misilmanên Ruhîngayê dişewitînin.

Nivîsgeha hevahengiya alîkariyên mirovdostane ya Rêxistina Netewên Yekgirtî OÇA jî duh îniyê bal kişande ser viya ku heta niha zêde ji 700 hezar ji misilmanên Rohîngayê ji Miyanmarê revîne û xwe gihandine Bengladişê ragihand: ``Derketina bi darê zorê ya misilmanên Ruhîngayê, koçberî û Awarebûna komkî ya herî mezin li dehekên vê dûmahîkê ye``.

 Ji sala 2012`an şûnda êrişa bûdayiyên tundrê û artêşa Miyanmarê ser misilmanên Rohîngayê zêdetir bûye û heta niha bi sedan kes ji misilmanan hatine kuştin û hezaran kes jî aware bûne.
...........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*