Neyarîya Hindûstanê li hemberî pêşnîyara Tirkîyê jibo çareserkirina pirsgirêka Keşmîrê

  • Kodê Nûçe : 827327
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Wezareta Karên Derve ya Hindûstanê, li dijî pêşnîyara serokomarê Tirkîyê ya jibo çareserkirina pirsgirêka Keşmîrê derket.

Li gorî rapora pişka Urdû ya televîzyona SAHAR`ê, Wezareta Karên Derve ya Hindûstanê îro bi daxûyanîyekê ragihand ku Keşmîr beşeke cudanebûyî ji axa Hindûstanê ye û milkê vî welatî ye.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê berî serdana xwe ya wî welatî gotibû ku amade ye di navbera Hindûstan û Pakistanê da jibo çareserkirina pirsgirêka Keşmîrê navbeynkarîyê bike ku dewleta Hindûstanê li dijî vê yekê derket.

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê berî vîya ragihandibû ku Keşmîr ti caran beşeke cidanebûyî ji Hindûstanê nebûye û nabe jî û çarenûsa wê yê li gorî biryarnamên Konseya Ewlehîyê ya NY divê bê diyarkirinn.

Berî vîya Mihemed Newzşerîf serokwezîrê Pakistanê jî li nameyekê jibo sêkrêtêrê giştî yê NY xwest ku biryarnama vê sazîyê jibo çareserkirina pirsgirêka Keşmîrê cih were ta ku gelê vê herêmê biryara xwe bidin ka tevlî Hindûstanê yan Pakistanê bibin.

Hindustan naxwaze mesela Keşmîrê bibe qeyraneke navnetewî û rê nade giştpirsîya kifşkirina çarenûsa Keşmîrê bê lidarxistin.

Di navbera Hindûstan û Pakistanê da li bara hin tiştan ji wan Keşmîrê nakokî heye.

Beşeke Keşmîrê ketîye nav axa Hindûstanê û beşeke wê jî ketîye nav axa Pakistanê lê her du welat jî dibêjin Keşmîr beşeke axa wan e û ev mijara yek ji hegerên sereke yên gêreya kevnar a di navbera Dêlhiya Nû û Îslamavayê da ye.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*