Parlemana Ewropayê binpêkirina mafên mirovan li Behreynê şermezar kir

Parlemana Ewropayê bi piraniya dengan biryarnama şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan li Behreynê pejirand.

Kanala Al-Jazeera ragihand ku Parlemana Ewropayê bi piraniya dengan biryarnama şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan li Behreynê pejirand û xwest ku gişt girtiyên siyasî yên wek Nebîl Receb çalakê warê civakî werin berdan.

Li vê daxuyaniya Parlemana Ewropayê herwiha ji dewleta Behreynê hatiye xwestin ku şidet, şopandin û girtina çalakên siyasî û yên mafên mirovan û tirsandina xelkê bi lezgînî werin rawestandin.

Li gor vê nûçeyê 634 endamên parlemanê li dengdana ji bo pejirandina vê biryarnamê beşdar bûn ku 479aman dengê Erê dan vê biryarnamê, 07 endaman dengê Na û 58 endaman jî dengê bêteref dane wê.

Dewleta Behreynê ji sala 2011 bi hezaran kes ji xelkê Behreynê bi boxtan û  heceta hewldanên terorîstî û pêkanîna  komên terorîst û şidetxwaz xistine zîndanan û gelek kes jî kuştine û birîndar kirine. Li vê rewşê de Dewleta Amerîka û rejîmên wekî ya erebistana Siûdî jî li vê babetê de alîkariya Rejîma Alê Xelîfe ya Behreynê kirine.

X

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018