Qasimî: ``Bila dewleta Miyanmarê rê li ber dewama binpêkirina mafên misilmanên Rohîngiyayê bigire``

  • Kodê Nûçe : 851100
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji bingehînbûna rewşa dijî mirovatî û tiundiya dijî misilmanên Rohîngiyayê destnîşan kir: ``Dewleta Miyanmarê divê rê li ber dewama binpêkirina mafên misilmanan li vî welatî bigire``.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, behram Qasimî êvara Duşemiyê bal kişande ser dewama kiryarên nemirovane û tund li dijî misilmanan li Rohîngiyayê, got: ``Li çarçova rêzgirtina li mafên seretayî û kerameta însanî wek nirxeke naskirî ya navneteweyî, dewleta Komara Îslamî ya Îranê dilgiraniya xwe ya kûr ji ber dewama binpêkirina mafên mirilmanan li Miyanmarê ku bûye sedema kuştin û koçberiya bi neçarî ya hejmareke zêde ya wan, diyar dike û mixabiniya xwe ji ber dewama vê rewşa diltezîn û karesatbar radigihîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji dewleta Miyanmarê xwest ku bi tevdîr û berxwegirtina siyaseteke rastbînane bi mebesta pêkanîna aştî û pêkvejiyanê li vî welatî pêngavan rake.

Zêde ji miliyonek misilman li Miyanmarê dijîn; Lê dewleta vî welatî mafê hemwelatîtiyê nade wan.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) vê dawiyê tevî hişyarîpêdana li bara rewşa diltezîn a jiyana kêmîneyên Rohîngiyayê li Miyanmarê ragihandibû ku misilmanên vî welatî neçar in di rewşeke bi xof û tirs da bijîn.

Eva li halekî ye ku parêzgeha Raxînê li bakurê rojavaya Miyanmarê cihê jiyana hejmareke zêde ya misilmanên Rohîngiyayê ji sala 2012`an da bûye qada tundiyên zêdegavên Bûdayî li dijî misilmanan.

Li van tundî û pevçûnan bi sedan misilman hatine kuştin û bi dehan hezar kes ji tirsa canê xwe, terka mal û warê xwe kirine û li nav kampên navxweyî li Miyanmarê her wiha Taylend, Endonizya û Bengiladêşê di rewşeke dijwar da dijîn.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*