Rayedarekî Almanî: Ez nahêlim Erdoxan were û mitîngan li dar bixe.

  • Kodê Nûçe : 818128
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Serokwezîrê Eyaleta Saksen-Anhalt a Almanyayê Rêyner Haselof ragihand, ew dê nehêlin Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdoxan li eyaleta wan mîtîngê li dar bixe

Rêyner  Haseloff ji rojnameya Bild re axivî û eşkere kir ku ew dê nehêle Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayip Erdoxan li eyaleta wî mîtîngê pêk bîne.

Haselof destnîşan kir, eger Erdoxan ji bo çereserkirina aloziyê were Almanyayê, ti astengî tine ye û got: “Lê eger siyaseta me bişibîne Almanyaya Naziyê û rabe kampanyaya hilbijartinê li dar bixe, wê gavê ezê nikaribim bêjim bi xêr hatin.”

Piştî eyaleta Sarlandê, Haseloff jî diyar kir, ku biryara qedexekirina mîtîngan daye, lê ji ber ku li eyaletên Saarland û Sachsen-Anhaltê welatiyên Tirkiyê pir kêm in, mîtîngeke plankirî tine ye.

Wezareta Navxweyî ya Federal a Almanê aşkera kir, ku ji aliyê siyasetmedarên Tirkiyê daxwaza mîtîngê bo eyaleta Sachsen-Anhaltê tine ye.

 

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*