Rêberê Mezin Înqilaba Îslamî: Hilbijartin divê berfireh, dirist, pircoş û di nav ewlehîyê de bêne lidarxistin.

  • Kodê Nûçe : 825599
  • Çavkanî : Abna
Brief

Rêberê Înqilaba Îslamî diyar kir: Pêwîste hilbijartineke dorfireh, bi coş û şewq, çalak û di nav selametî û evlehîyê de were lidarxistin û hilbijartin û zexîreyeke wiha dê mesûniyetek zef zêde bide welêt.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Rêberê Înqilaba Îslamî Hezretê Ayetullah Xamineyî, danê sibê yê roja Çarşemê di hevdîtina li gel fermandaran û hin yekîneyên hêzên çargane yên artêşê bi minasibeta roja artêşê û hêzên bejahîyê, li gel amajekirina bi dewra îqtîdar, şiyan û motîvasyona berz ya artêşê di dabînkirina ewlehîya welêt de, hêzên leşkerî yek ji pêkhateyên dabînkirina ewlehîya welêt hesiband û bi te`kîd kirina li ser bandora îcraeta dezgehên aborî, zanyarî, likolînerî, perwedeyî û çandî ya nahêle armanên dijmin biçin serî, pêşika radeya ewil ya welêt wek meseleyên aborî da zanîn û got: Erka herî bingehîn ya rayedaran ravestîna li ser sîyasetên aborîya berxwedanê bi taybet li ser bilîbûn û hilberandin û xebata jidil sewa çareser kirina kêşeyên debarê yên gel û her wiha berxwedana li dijî hêzên mezin û netirsîna ji gefên wan e.

Rêberê Înqilaba Îslamî, îşatî hilbijartina 29ê gulanê kir û hilbijatinên Komara Îslamî wek senbola demokrasîya Îslamî û sebebê îzet, şanazî, hêz û serbilindîyê zanî û te`kîd kir: Pêwîste rayedar û beredamên hilbijartinê qedra hilbijartinan bizanibin û şert û mercên hilbijatineke pircoş û peroş û salim û bi ewle ya berfireh amede bikin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di hevdîtinê de li gel rêzgirtina roja artêşê û pesindana malbet û hevser û zarîyên artêşîyan bi unwana hevsenger û rêhevalên wan yên rastîn, dîyarkirina roja artêşê ji bal Îmam Xumeynî (r.a) ve yek ji hewldanên herî baş û hişmendane nirxand û got: Ev hewldan li gel zexmkirina hîmên artêşa Komara Îslamî, bi ser de jî bû baîsa bêhêvîbûna piranîya plangeran li wê heyamê.

Rêberê Înqilabê, te`kîd kir ku tayînkirina roja artêşê ji hêla Îmam Xumeynî (r.a) ve dihat wateya pejirîna nasnameya artêşê bi hemû taybetî û hoyên xwe yên li destpêka pîrozîya îqilabê û lê zêde kir: Parastin û bihêzkirina artêşê, bawerîya kûr û jidil a Îmamê Rahil (r.a) bû û ev biryara dirist bû baîs ku artêş li hemî meseleyên piştî Înqilabê de baş biçirise.

Rêberê Înqilaba Îslamî, sekinîna li hember planên navxweyî yek ji nimûneyên karnameya pêhatî ya artêşê hejmart û got: Bi rola xwe rabûna artêşê li heyema parastina pîroz û derpêşkirina cilweyên pratîkî yên exlaq û menewîyetê di astên berz de li kêleka hêza leşkerî, şanazîyeke din ya artêşê ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, şehîdên mîna Seyyad Şîrazî, Babayî û gelek şehîdên din ên artêşê wek mînakên emelî yên exlaq û manevîyetê bi nav kirin û te`kîd kir: Artêşa Komara Îslamî îro hêzeke fikrî, manewî û xwedî armancên pak û pîroz e û yek ji encamên girîng ên hewldana Îmam Rahil di vê rojê de ye û divê qedra van nirxan bê zanîn û werin xortkirin.

Îmam Xaminêyî, wiha dirêjayî da axeftinê: Ewlehî ji bo welatekî pir girîng e. Hêzên çekdar her çiqas îqtîdara xwe xorttir û morala xwe bilinttir be, ev îqtîdar heta eger neketibe nav liv û tevgereke leşkerî jî dê bibe sedemê pêkhatina ewlehîyê. Hezretê Ayetullah Xaminêyî, li fermandarên artêşê tewsîye kir ku bikaribin bibin mîmak û bi bîr xist: Pêwîste roj bi roj mînakên exlaqî yên wekî Şehîd Seyyad û Şehîd Babayî li nav sazîya mezin û bi ezemet ya artêşê zêdetir bibin.

Rêberê Înqilaba Îslamî, hêzên çekdar ji kelat û çeperên herî girîng ên dabînkirina ewlehîya gel hesiband û lê zêde kir: Li gel hêzên çekdar, dem û dezgehên aborî, perwerdeyî, zanyarî, likolînî û çandî jî heger li hember armancên dijmin wek perçeyên ku hevdû dikemilinin tev bigerin, dê hevaheng bûna bi hêzên çekdar bi awayeke qethî bibe zemîneya parastin û xortbûna ewlehîya neteweyî û pêşketina welêt.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, bikar anîna niqteyên qels û pirsgirêkên aborî ji bo lêdana gelê Îranê wek planek ji planên dijmin da zanîn û destnîşan kir: Ji ber vê yekê li van salên dawîn sloxanên aborîyê hatin hilbijartin û derketin pêş. Li ser vî esasî, min bal kişande ser pratîzekirina sîyasetên aborîya berxwedanê wek mecmueya “kar, hereket û teşebûs” ê, bi taybet jî ser mijara kar û bilberanê û her wiha meseleyên debarê yên gel û karmendên dezgehên cûrecûr.

Rêberê Înqilaba Îslamî, amaje pê kir ku xêrnexwazên nîzama îslamî bi mebesta telvîhevî û xerabiyê derxin, hêza xwe komî ser sûdwergirtina ji niqteyên qels ên aborîyê kirine û bi bîr xist: Gava hedefa dijmin eyan û diyar e, divê ku motîvasyona rayedaran ji bo pratîzekirina sîyasetên aborîya berxwedanê zêdetir bibe û min ev mesele hemî –ku nêrîna pisporên bijare ne –bi awayeke dorfireh û xusûsî ji rayedaran re jî beyan kirine.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, axeftina xwe wiha domand: Bendewarîya min ji rayedaran ev e ku dema dibînin dijmin dike ku qelsîyên li varê aborîyê bikar bîne, hema berî xwe bidne berteref kirina qelsîya aborîyê û girtina dêlîvan.

Meqamê Mezinê Înqilaba Îslamî, te`kîd kir: Helbet Komara Îslamî û miletê Îranê xwedî gelek niqteyên quwetê ne û ji despêka pîrozîya înqilabê heya niha sedemê serbilidîya gel li hemberî dek û dolabên cihêreng, hema ev niqteyên balkêş ên quwetê ne ku him ji hêla çawanî ve û hin ji hêla çendanî ve ji niqteyên qelsê zêdetir in.

Rêberê Înqilaba Îslamî, ruhiyeya wêrekane û sekinîna gelê Îranê li hember gef û cot bûna birûyên hêzên mezin, yek ji van niqteyên quwetê da zanîn û lê zêde kir: Hîleyeke hêzên destavêj jî ev e ku ji bo tirsandina milet û dewletan û mecbûr kirina wan sewa dabînkirina berjewendiyên xwe, gef xwarin û xwe mezintir ji a hene nîşandan e.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, diyar kir: Ji bo welatekî rewşa herî xerab ev e ku rayedarên wî welatî ji gefên dijmin bitirsin, ji ber ku ev rewş derî li ber hatin, destdirêjî û êrîşa dijmin vedike.

Wî, bi bîr xist: Ti goman jê nîne ku divê kar û barên welêt li gorî eql û hîkmet û tedbîrê bê meşandin lêbelê bi vê tedbîr û hîkmetê re pîwîste wêrekî hebe.

Rêberê Înqilaba Îslamî, te`kîd kîr: Tirsîn û şayîşa li hember dijimin û ketina ber bandora enîqermiçandina hêzên mezin destpêka bextreşîyê ye. Rêberê Îqilabê, lê zêde kir: Ha eger kesek dil heye ku bitirse problem nîne, lê bila ji alîyê milet ve û ser nav û hesabê gel netirse, çimkî gel li pê ye.

Îmam Xaminêyî, bal kişand ser plangerîyên ji destpêka pîroziya Înqilaba Îslamê heya niha û bi bîr xist: Heger wer bûya ku Komara Îslamî û gelê Îranê ji hêzên mezin bitirsiya û li hember wan paşve vekşiya, nika ti şop û nîşaneke Îranê û Îranî nebûya.

Rêberê Înqilaba Îslamî, bal kişand ser ku: Dijmin, çi Amerîka be û çi yekî ji Amerîkayê mezintir be, li hember nîzamê ku hevbendê gelê xwe ye û ji xelk û miletê xwe hezdike û milet jî ji wî nîzamî hezdike û li dijî dijimin rijd û bibiryar in, ti xeletî û çewtîyekê nikare bike.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî, amaje pê kir ku ti goman ji dijminatîya hêzên zordar nemaze dijminîya Amerîkayê li hember miletê Îranê nîne û wiha domand: Gava tên û dibêjin em li gel filan kesî ne û emê bi wî re lihev bikin, ev ne gotineke rast e; çiko dijminîya wan ji çaxa Îmam Rahil (r.a) û piştê vê û di heyamên rêveberîyên xwedî meşrebên cihêreng ên hatin ser hukm de her tim berdewam kiriye.

Rêberê Înqilaba Îslamî, di dawîya axeftina xwe de amaje bi hilbijartinên li pêş, kir û ew ji şanazîyên miletê Îranê û sedemê îzet, qudret, serfirazî û serbilindîya gelê Îranê hesiband û wiha dirêjayî da axeftinê: Xêrnexwaz li dû ne ku Îslam û manewîyetê li dijî demokrasîyê nîşan bidin, lêbelê Komara Îslamî bi riya demokrasîya Îslamî û hilbijartinan çewt bûna vê gotinê nîşan daye. Gel hemî wer hîs dikin ku mifteya kar û barên welêt di destê wan de ye û yên ku pêkhatên welêt tayîn dikin her ew bi xwe ne.

Rêberê Giranqedrê Înqilaba Îslamî, li gel îşare kirina bi daxwazîyên waswasok ên çapemenîya dijmin û hewldanên wan ên dijminane sewa derxistina xerabiyê, bi bîr xist: Miletê Îranê bi vê hişyarîya xwe ya ku her û her nîşan daye, dê li hemberî vê hewldanê tevbigere.

      

           

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam