Şêx Zekzekî: Erebîstan kartêkerê tevkujîya Şîeyên Nîjeryayê ye

Şêx Zekzekî: Erebîstan kartêkerê tevkujîya Şîeyên Nîjeryayê ye

Rêberê Tevgera Îslamîya Nîjeryayê dazanîn ku Erebîstana Seûdî mesrefa bi cih anîna cinayeta “Zarya”yê bi destê artêşa Nîjerîyê ji kîsê xwe daye.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Rêberê Tevgera Îslamîya Nîjeryayê Şêx Îbrahîm Zekzekî anî zimên ku Erebîstanê li ser fermana Amerîka û Îngilîstanê alîkarîya malî û aborî daye artêşa Nîjeryayê daku li sala 2015an li Zaryayê dest bi komkujîya Şîeyan bike.

Zekzekî di peywendîya bi riya têlefonê ya ligel kurê xwe de got; Erebîstanê mesrefa êrişa li dijî Zaryayê dabîn kiribû.

Rêberê Tevgera Îslamîya Nîjeryayê, di berdewamê de pêşşertên rêveberîya Nîjeryayê yên ji bo serbestberdana xwe red kirin û anî zimên ku bi efserên asayîşê re muzakere nayê kirin.

Wî lê zêde kir: Ma muzakere dibe ligel kesên ku şor û pêşniyarên me ji bo wan ti girîngiyeke xwe nîne.

Şêx Zekzekî jê qal nekir ka şert û mercên hêzên asayîşa vî welatî yên ji bo serbestberdana wî, çi ne.

Wî di berdewamê de diyar kir; rêbaz û helwesta xwe ya ku berî 40 salan heya niha li gorê meşîye, naguherîne.

Hêzên leşkerî yên Nîjeriyê, 12ê Desamberê sala 2015an êrişî mala Şêx Zekzekî kirin ku di encamê de bi sedan kes şehîd an birindar bûn û Huseynîyeya Hezretê Beqîyetallah jî bi tevahî hat xerakirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*