Stefan De Mistora îro seredana Têhranê dike

  • Kodê Nûçe : 850764
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Stefan De Mistora nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li karûbarên Sûriyê yekşemê şev dê seredana Têhranê bike.

Stefan De Mistora nûnerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê li bereberê civîna şeşan a Astanê yekşemê şev seredana Têhranê dike û sibê duşemê dê bi Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê û bi Husên Cabiriyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê tîma îranî li gotûbêjên Astanê re biaxive.

Naveroka gotûbêjên Stefan De Mistora û karbidestên îranî li bara rewşa Sûriyê û çawaniya çareserkirina krîza vî welatî ji riya gotûbêjên dîplomatîk e.

Dewra şeşan a gotûbêjên Genevayê li wê Îlona sala 2017 dê bi rê keve.

Dewra pêncan a gotûbêjên sûrî-sûrî li 4 Tîrmeha 2017 û bi pişkdariya taximên Îran, Rûsiya û Tirkiyê û nûnerên dewleta Şamê û neyarên çekdar ên dewleta Sûriyê li Astanê paytexta Qezaqistanê bi rê ket.

Eva 6 sal in ku krîza Sûriyê destpê bûye û hinek ji welatên wekî Amerîka, Tirkiye û Erebistan bi piştevaniya ji grûpên terorîstî dil hene, dewleta qanûnî ya Beşar Esed li Sûriyê hilweşînin. Li hemberî vê yekê Îran û Rûsiyayê heta niha bona jinavbirina terorîstan li nav Sûriyê piştgiriya dewleta qanûnî ya vî welatî kirine.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*