Trump li dûyî avakirina NATO'ya Erebî li dijî Îranê ye

Trump li dûyî avakirina NATO'ya Erebî li dijî Îranê ye

Serokê Amerîkayê dike ku jibo şkandina bandora Îranê li navçeyê peymaneke emniyetî û siyasî ligel şeş welatên Erebî ava bike.

Abna – Rayedarên Amerîkî û Ereb ragihandin ku, Donald Trump Serokê Amerîkayê li pêyî vê yekê ye ku îtifaqeke emniyetî û siyasî ligel welatên hevalbend ên Ereb ava bike da ku rê li ber bandora Îranê li navçeyê bigre.

Ev welatene, şeş welatên Ereb ên kendava farisî ango Erebîstan, Mîrnişînên Ereb, Qeter, Behreyn, Uman û Kuweytê û her wiha Urdin û Misrê digrin nav xwe.

Her wiha hat ragihandin ku, tê payîn li destpêka payîzê civîna hevpar a van welatan li paytextê Amerîkayê bê lidarxistin.

Ajansa Reuters’ê li gorî ragihandina ji çend çavkanîyan nivisîye ku, hedefa Qesra Spî ji avakirina îtifaqeke wiha, çûyîna ber bi hevkarîyên kûrtir li navbera van welatan di warên parastina moşekî, perwerdeya leşkerî, têkoşîna li dijî rerorîzmê û mijarên din ên wekî xurtkirina têkilîyên aborî û dîplomatîk ên van welatan e.

Tê texmîn kirin, planeke bi vî rengî dê bibe baîs ku tansiyona navbera Îran û Amerîkayê û her wiha navbera Îran û van welatan gurtir bibe.

Tê gotin, navê yekemîn ê ku li vê îtifaqê hatiye kirin, MESA ye ku awayê kurtkirî yê îbareta “Middle East Strategic Alliance” ango “Hevpeymanîya Stratejîk a Rojahilata Navîn” e.

Îhtimal heye ev plan li civîna van welatan ku tê payîn 12 û 13ê meha oktoberê dê were lidarxistin, li kêleka mijarên din bête rojevê.

Koşka Spî ji Reuters’ê re gotiye, îdeya hevpeymanîya ligel partnerên Amerîkayê li naveçeyê, çendîn meh e ku li ber vekolînê bûye.

Rayedarekî Amerîkî di vê derbarê de gotiye ku, karbidestên Erebîstanê sala borî û berî ku Donald Trump seredana vî welatî bike, fikra îtifaqeke emniyetî anîbûn rojevê lê ev pêşnîyar pir bi pêş ve neçû.

Lê hin çavkanîyên welatên Ereb ên di vê tifaqê de li pêş in, dibijên haya wan jê heye ku hewldanên jibo aktîvkirina vê planê ji nû ve hatine despêkirin.

Ligel vê yekê, ti rayedarekî resmî yê van welatên Ereb amede nebûye ku, ligel bilivkirina navê xwe, di vê derbarê de bi ajansa Reuters’ê re biaxife.

Berê jî, hin planên bi vî rengî ji aliyê rêveberîyên pêşîn ên Amerîkayê ve jibo avakirina îtifaqake hîn cidîtir bi hevpeymanên xwe ên Ereb re hatibûn rojevê lê tev têk çûbûn.

Çavkanîyeke agahdar ji Reuters’ê re gotiye ku, avakirina mertala parastinê ya dij-moşekî ya Amerîkayê li vê navçeyê dê yek ji hedefên bingehîn ên vê îtifaqê be. Texmînên li ser planeke bi vî rengî di navbera Amerîka û hevalbendên wê ên Ereb de bi salan e ku tên rojevê.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018