Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê seredana navçeyê dike

  • Kodê Nûçe : 849320
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Cîmz Matîs Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê van rojana dê seredana çend welatên navçê û Ewrûpayê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê; Pentagonê ragihand ku Cîmz Matîs Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê van rojana dê seredana welatên Urdin, Tirkiye û Ukrayînê bike.

Hatiye ragihandin ku Matîs dê li destpêkê seredana Urdinê bike û wî dil heye tev Melik Ebdullah paşahê Urdinê biaxive.

Urdin yek ji hevalbendên Amerîkayê li nav hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê ye.

Ev sefera Matîz yekemîn sefera wî ya derveyî wekî Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ye.

Matîs herwisa dê seredana Tirkiyê bike û wisa diyar e ew li vê seferê dê tev Receb Teyb Erdogan serokkomarê vî welatî jî gotûbêj bike.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*