Xwepêşandana ji bo piştgirîya Şêx Zekzakî li Ebûcayê dîsa hate serkut kirin

  • Kodê Nûçe : 823944
  • Çavkanî : Abna
Brief

Hêzên ewlekarîyê yên Nîjeryê ji bo tirsandin û belavkirina xwepêşanderên Şiî ku piranîya wan jin bûn, alevên wek rondikbariner û avreşaner û seyên polîsan bikar anîn.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, bi sedan Şiîyên Nîjeryayê di roja 484mîn ya binçavkirina rêberê tevgera Îslamî ya Nîjeryayê Şêx Îbrahîm Zekzakî li paytextê vî welatî dest pê protestoyê kirin.

Ev rêpîvana aştîyane li dijî serî netewabdina rêveberî û arteşa Nîjeryayê li hember daraza dadgeha federal li dar ket.

Şêx Zekzakî ji meha Kanûnê ya sala 2015an vir ve ji hêla arteşa Nîjeryayê di dema qewîna komkujîya berfireh ya Şiîyên Zariyayê hatiye binçav kirin û ji salakê zêdetir e ku bi awayekî derqanûnî di zindanê de ye.

Dadgeha federal hikm daye ku ew demildest serbest were berdan lê arteş û rêveberîya Nîjeryayê ne amade ne ku wî serbest berdin.

Di dema lidarketina xwepêşandana Şiîyên Nîjeryayê li Ebûca paytexta vî welatî, polîsan êrişî xwepêşanderan kir û ji bo ku wan bitirsinin û ji hev belav bikin alevên mîna gaza rondikbariner û reşandina avê û her wiha seyên perwerdebûyî bikar anîn. Piranîya xwepêşanderan ji jinên Şiî pêk hatibû.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*