Dewra dudiyan a muzakireyên fermandeyên iraqî tev hêzên pêşmerge

  • Kodê Nûçe : 863377
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Dewra dudiyan a muzakirên fermandeyên iraqî tev hêzên pêşmergê kurd roja yekşemiyê bi armanca vegerandina aramî û ewlehiyê bo navçên kêşe li ser destpê bûye.

Li gorî rapora kanala iraqî ya Someriye Newsê, mêhwera  van muzakiran ku  li meqera operasyona  parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê hatiye lidarxistin, kontrola derbasgehên  sînorî yên Herêma  Kurdistana Iraqê ye.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja îniyê fermana rawestandina  24 sietî ya  operasyona  eskerî li dijî hêzên kurd li bakurê Iraqê da.

 Her du alî dewra yekim a  muzakiran îniyê  û şemiyê li dar xistin. Li gorî gotina  Ebadî  ev muzakire jibo xweşkirina  rewa  bicihkirina  biaşitî ya eskerên iraqî li derbasgehên  sînorî yên  Herêma Kurdistana  Iraqê tev Tirkiye , Îran û Sûriyê ye.

 Usman El-Qanemî ji fermandeyên  artêşa Iraqê, pêştir  li ser pêwîstiya  paşdekişana  hêzên pêşmergeyên  kurd ber bi sînorên  sala 2003`an teqez kiribû.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*