Hêvîdarîya Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ji bo destpêkirina gotûbêjê di navbera Hewlêr û Bexdayê de

  • Kodê Nûçe : 863180
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê şeva buhurî hêvî kir ku biryara vê dawîyê ya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê têkildarî rawestandina 24 sietî ya meimûrîyeta hêzên vî welatî li deverên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de li ser wan nakokî heye, destpêkek ji bo gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de be.

Serokwezîrê Iraqê duh danê êvarê ferman da ku meimûrîyeta hêzên vî welatî li deverên kêşeliser mideha 24 sietan bê rawestandin.

Artêşa Iraqê û polîsên fêdêral ên vî welatî ji yekşem 15`ê Cotmehê ve ji bo cihanîna destûra bingehîn, biryarên parlimanê û dadgeha fêdêral a Iraqê ber bi Kerkûkê ve hatin şandin û karîn kontrola vê deverê bê pevçûn bigirin destê xwe.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*