Kutahiya civîna taxima Hevalbendiya Netewî ya Şîeyên Iraqê tev grûpên kurd ên Herêma Kurdistana Iraqê

  • Kodê Nûçe : 810204
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Taxima Hevalbendiya Netewî ya Şîeyên Iraqê bi rêberiya Emar Hekîm şeva bihurî kutahî daye gotûbêjên xwe yên tev grûpên kurd yên Herêma Kurdistana Iraqê û her du aliyan hêviya xwe dane diyarkirin bona kutahiya neyariyên heyî dê bi vê zûtiyê bi hevra bicivin.

Taxima Hevalbendiya Netewî ya Şîeyên Iraqê bi rêberiya Emar Hekîm şeva bihurî kutahî daye gotûbêjên xwe yên tev grûpên kurd yên Herêma Kurdistana Iraqê û her du aliyan hêviya xwe dane diyarkirin bona kutahiya neyariyên heyî dê bi vê zûtiyê bi hevra bicivin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Piştî hevdîtina taxima Hevalbendiya Netewî ya Şîeyên Iraqê tev Niçîrvan Barzanî serokê îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê û Mesûd Barzanî serokê vê herêmê , vê grûpê duh li bajarê Solêymaniyê jî tev nûnerên bereya Goran û tev Celal Talibanî serokê partiya Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqêjî hevdîtin pêk anî.

Seidî Ehmed Pîreh endamê pilîtboriya nivîsgeha siyasî û berpirsê peywendiyên derveyî yê YNK`ê got: Ewil care ku taximek ji şîwyên Iraqê seredana Herêma Kurdistanê dikin ta ku li bara aşitiya netewî tev nûnerên kurd biaxivin.

Wî got: Ev piroja li sala 2016 amade bû û gihêşte destê nûnerê Rêxistiya Netewên Yekgirtî li Bexdayê û paşê nûnerê Rêxistiya Netewên Yekgirtî ev pilana daye ber destê aliyên siyasî yên nav Iraqê.

Şêx Hemîd El-Muele, ji endamên meclisa bilind a îslamî ya Iraqê jî li vê barê got: Me du pêşniyar dane birayên xwe yên kurd li Herêma Kurdistana Iraqê , ew jî eva ku taximekî siyasî û taximekî hikûmetî bona dewama gotûbêjan pêk werin ta ku gotûbêjan heta gihêştina bi encamekê bidomînin.

Seidî Ehmed Pîreh destnîşan kir, gor xalên vê pirojê pêwîste heq û mafê welatîbûnê ji bo her welatiyekî iraqî were berçav girtin, abûr û siyasetê li nav Iraqê pêwîste ku ji hevdu cuda be, yekparçetiya axa Iraqê were parastin û dewleta Bexdayê pêwîste hemû karûbarên nav welêt gor hurmetdanîna bi hemû netewên nav Iraqê ber bi pêş bibe û her cure siyasetekî etnikî û mezhebî pêwîste ji nav karûbarên dewletê dûr bin ku evane hemû gor xalên qanûna bingehîn a Iraqê pêk tên.

Her çend bîr û bawerên cur bi cur li bara vê seredana taxima Hevalbendiya Netewî ya Şîeyên Iraqê bo Hewlêrê hebûn lê aliyên kurd yên Herêma Kurdistana Iraqê pêşwaziya vê seredanê kirin.
..........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*