Li Çewlîgê cara ewil xwendekarek di YGSê de bû yekemîn

  • Kodê Nûçe : 820915
  • Çavkanî : ÎLKHA
Brief

ÇEWLÎG - Ahsen Zeynep Kayaya ku di Îmtîhana Têketina Zanîngehê de (YGS) li Tirkiyê bû yekemîn ji ber ku di dîroka YGSê de ji Çewlîgê re bê bextewariya yekemînbûnê daye jiyandin pir kêfxweş e.


Ahsen Zeynep Kayaya ku di YGS-1, YGS-2, YGS-5 û YGS-6ê de 500 puan sitand û li Tirkiyê bû xwendekara yekemîn ji ber ku ji Çewlîgê re jî vê yekemînbûnê daye jiyandin pir kêfxweş e.

Kayaya ku qala serkeftina xwe kir diyar kir ku ew bi mereq hêvîdar bû ku encama îmtîhanê were eşkerekirin û mamoste û hevalên wê jî bendewar bûne ku dê ew di îmtîhanê de bibe yekemîn.

Kaya diyar kir ku ew di heyama xebata xwe de bi rêk û pêk xebitiye. Dûvre Kaya wiha destnîşan kir: “Gor min ne hewce ye ku mirov zêde bixebite. Divê mirov bi rêk û pêk bixebite, pirtûk bixwîne. Ez însaneke ku bi saet bixebite nînim. Ne hewceye mirov zêde bixebite. Bi rêk û pêk bixebite bes e.”

Kaya diyar kir wê dizaniya ku 2 pirsên wê xelet in. Lê ew bûye yekemîn. Dûvre Kaya wiha pê de çû: “Dema ku encama îmtîhanê eşkere bû ez heyirîm. Piştî ku ez ji îmtîhanê derketim min dît ku 2 pirsên min xelet in. Piştî vê yekê min ji mamosteyên xwe re got; ‘gelo dê ez bibim yekemîn.’ Mamosteyên min ji min re gotin dê tu bikevî nav 100 kesên ewil. Lewra ez li vê bawer nebûm. Mamosteyên min wek piştgirî ji min re gotin dê tu têkevî nav 50 kesên ewil. Dema ku îmtîhan eşkere bû ez pirr heyirîm. Ez dixwazim bi serkeftî îmtîhana LYSê jî biqedînim û Tibê bixwînim.”

Bav Mehmet Emîn Kaya diyar kir ku her wext ew piştgirî dide qîza xwe. Dûvre Kaya wiha diyar kir: “Ez ji ber serkeftina qîza xwe pirr kêfxweş bûm. Ez pê bawer bûm. Di vê dibistanê de perwerdehiyeke baş dane qîza min. Ez hêvîdar im ku qîza min ser bikeve.”

Midûrê Dibistanê Nîzamettîn Etdoger diyar kir ji ber ku xwendekara wî cara ewil di YGSê de bûye yekemîn ew pirr kêfxweş e.

Etdiger wiha diyar kir ji ber ku Ahsen Zeynep Kaya bi wan vê kêfxweşiyê daye jiyandin ew dê dema ku ku Kaya biçe zanîngehê her meh 500 TL ji re were dayîn. 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*