Mam Celal ji fermana Zulcelal re serî tevand

  • Kodê Nûçe : 858053
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Serokomarê berê yê Iraqê bîstekê berî niha di temenê 84 salîya xwe de li nexweşxaneyeke Almanê koça dawîyê kir.

Li gorî rapora nûçegihan me ji Silêmanîyê, Celal Talebanî serokomarê berê yê Iraqê di temenê 84 salîya xwe de li nexweşxaneyeke Almanê koça dawîyê kir.

L igorî vê raporê, Mam Celal rewşa wî giran dibe û ser hişê xwe diçe û paşê emrê Xwedê dike.

Celal Talebanî di sala 1933`yê de ji dayîk bû û di navbera salên 2005 û 2014`an de serokomarê Iraqê bû.

Talebanî di sala 2012`an de ji bo dermankirinê veguhestin Almanê. Di Kanûna 2013`ê de yekem wêneya wî piştî nexweşîyê hat weşandin ku nîşan dida rewşa tenduristîya wî baştir bûye. Talebanî di 19`ê Tîrmeha sala 2014`an de zivirî Silêmanîyê.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam