Mesûd Barzanî îstifaya xwe ji posta serokatiya Herêmê raghand

Mesûd Barzanî îstifaya xwe ji posta serokatiya Herêmê raghand

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê li nameyekê bo parlemana Kurdistanê raghand ku ji posta serokatiya Herêmê îstifayê dike û ji parlemanê dixweze ku pêngavên pêdivî jibo girtina pêşiya pêkhatina valahiya qanûnî, li erk û peywirên vê postê rake.

Li gorî rapora kurdpressê, li nameya  Mesûd Barzanî ku duh hatiye şandin bo parlemana  Kurdistanê û îro yekşemiyê, 29 Cotmehê li  parlemanê hat xwendinê, hatiye: li 12-7-2017an  li gor hukma herêmê  ya 128 an me  daxwaz kir ku  hilbijartinên  posta serokatiyê û parlemana Kurdistanê li 2017.11-1 were lidarxistin lê ji ber hegerên siyasî, ewlehî, teknîkî û nebûna  tu kandîdekê, komîsyona  bilind a serbixwe ya hilbijartinê û giştpirsiya  Herêma Kurdistana Iraqê,  amadekariyan  jibo her du hilbijartinan rawestand.

 Li 24.10.2017  li parlemana  Kurdistanê, dewra niha  ya hikûmeta  herêmê û parlmanê bo mideha  du dewreyên  qanûndanînê hat dirêjkirin.

 Li bara  posta  serokatiya  Herêma Kurdistana  Iraqê, mayîna xwe li vê postê piştî 2017.11.1 red dikin û nabe qanûna  serokatiya  Herêma Kurdistana were  sererastkirin an mideha  serokatiya herêmê were dirêjkirin loma  pêwîst e   bi zûtirkê civînek were li dar xistin û pêşiya  pêkhatian valahiya  qanûnî li erk û  desthilatên  serokatiya herêmê  were girtin û ev pirsgirêka were çareserkirin.

 Ez jî wek Mesûd Barzaniyê Pêşmerge li nav  gelê xwe û pêşemrgeyên  ezîz, riya  xebat û  têkoşîna  jibo cihhatina  mafên xwe û berevaniya  ji dstkewtên xwe  bidomînim.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*