Nama destjikarberdana Mesûd Barzanî bo parlemana Herêma Kurdistana Iraqê

  • Kodê Nûçe : 863178
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Bingehên nûçan yên kurd ragihandin, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistana Iraqê nameyek ji bo parlemana vê herêmê şandiye ku di vê namê da hatiye ew naxwaze mudeha serokatiya wî di vê herêmê de êdî bê dirêjkirinê.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Cîgirê Serokê Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê ku niha serokatiya civîna parlemanê di destê wî da ye li gotûbêja tev telivîzyona Kurdistan 24`ê ragihand: Naveroka nameya serokê Herêma Kurdistanê li civîna sibê ya parlemanê dê bê xwendin.

Ceifer Êminkî ragihand, Helbet Mesûd Brzanî wekî şexsiyetekî siyasî yê mezin ê netewî li Herêma Kurdistana Iraqê dê bimîne û xebata xwe jî dê derdewam bike.

Ceifer Êminkî ragihandiye ku desthilata Mesûd Barzanî di navbera sê dezgehên sreeke yên Herêma Kurdistana Iraqê de parve dibe û desthilata zêde jî dê bikev destê Nêçîrvan Barzanî biraziyê wî ku serokwezîrê vê herêmê ye û bi vê qirarê hîn jî li vê herêmê desthilat di destê barizaniyan da ye.
............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*