Nêçîrvan Barzanî: Em li halê derbasbûna ji qonaxa dijwar in

Nêçîrvan Barzanî: Em li halê derbasbûna ji qonaxa dijwar in

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji partiyên herêmê xwest ku tevî hebûna pirsgirkên navxweyî navbera xwe, li bara meselên hesas ên herêmê û li rûbirûbûna bi partiyên iraqî û Bexadyê re, bi awayekî hevgirtî û bi helwestên hevpar reftarê bikin.

Li gorî raopora Kurdpress`ê, û ji zarê malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemiyê, 29ê Tîrmehê, li merasima  destêbûan xebata  hêzgeha berhemanîna cereyanê li navça  Baziyanê ya parêzgeha  Silêmaniyê,  bal kişand ser pirsgirêk û kêmasiyên  Herêma kurdistanê li warê dabînkirina cereyana  pêdivî  û teqez kir ku ev hêzgeha  dikare  gelek kêamsiyan  çareser bike û pişkeke  iliktrîka  pêdivî ya herêmê dabîn bike.

  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser vê yekê ku pêşketin û berfirehkirina bajarên  herêmê hevcetiya bi cereyanê zêde kiriye û got ku  ev projeya  beriya êrişa  DAIŞ`ê ser herêmê destpê bibû lê şerê DAIŞê bûye sedema  paşdeketina  projeyên  avedankirinê û ji niha şûnde, dewleta herêmê hemî projeyên  avedankirinê li hemî navçên  herêmê bêyî tu duberekî û ferqekê cih tîne.

  Wî destnîşan kir ku herêm rastî gelek pirsgirêk û kêmasiyan hatiye ku ev kêmasî di astekê da nînin ku  partiyên ku  di hakimiyetê de  nînin,  hewl didin rewşa herêmê û kiryara dewletê aloz û şepirze nîşan bidin.

  Nêçîrvan Barzanî ji hemî partiyên  herêmê xwest ku tevî pirsgirêkên  navxweyî, li bara meselên girîng ên herêma  Kurdistanê bila  ji bo berjewendiyên  giştî yên  gelê herêmê bibin yek û bi helwêsteke hevpar li Bexdayê tev partî û tevgerên  iraqî û dewleta navendî ya vî welatî re  bikevin  gotûbêjê. 

 Wî bal kişand ser vê yekê ku  herêm li halê derketina  ji qonaxa  dijwar a vê dawiyê ye û ji hemî partiyan xwest ku li çarçoveya  tîmeke  hevpar û hevgirtî  berê xwe bidin Bexdayê  û tev  aliyên iraqî bikevin gotûbêjê.

 

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018