Partîyên kurd bêyî Barzanî li Kerkûkê civîyan

Partîyên kurd bêyî Barzanî li Kerkûkê civîyan

Partîyên kurdan li Herêma Kurdistana Iraqê bilî Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) bi merema hilkolandina imkana pêkanîna lîsteyeke yekgirtî ji bo pişkdarîya li hilbijartinan û çend dosyên din civîyan.

Partîyên Herêma Kurdistana Iraqê îro bêyî PDK`ê li polîtboroya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê li Kerkûkê civîyan. Eva duyemîn civîna van partîyana piştî opêrasyona artêşa Iraqê li Kerkûkê ji bo pêkannîa ewlehî û istiqrarê li vê parêzgehê ye.

Li gorî rapora Bexdad Al Yewmê, li vê civînê mesela bijartina berbijarê parêzgarîya Kerkûkê, karê parêzgarîyê, dosîya hilbijartinan û imkana pêkanîna lîsteyeke hevpar ji bo pişkdarîya li hilbijartinan hatin hilkolandin.
................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*