Pêşwazîya partîyên kurd ên iraqî ji hikmê dadgeha destûra bingehîn a Iraqê

Pêşwazîya partîyên kurd ên iraqî ji hikmê dadgeha destûra bingehîn a Iraqê

Hikmê dadgeha destûra bingehîn a Iraqê ku li gorî wê qebûl kirîye deng ji nû ve bi destan bên hejmartin û li dijî ibtalkirina dengên hilbijartinan ên derveyî welêt derketîye, bû sedema rizamendîya partîyên kurd ên iraqî.

Dadgeha destûra bingehîn a Iraqê duh li daxûyanîyekê biryara parlimana vî welatî têkildarî daxwaza ji nû ve hejmartina bi destan a dengên hilbijartinan ji bo garantîkirina şefafbûna hilbijartinan û pêkanîna pêbawerîyê li cem xelkê Iraqê erê kir.

Musena Emîn serokê fraksyona Yekigirtûya Islamî ya Kurdistanê li meclisa Iraqê ji vê biryarê pêşwazî kir û got: Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê rêyeke durist ji bo vejîyandina demajoya sîyasî li Iraqê girtîye ber xwe.

Musena Emîn pêgirî kir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Iraqê serketineke mezin ji bo vîna gel bûye û em dikarin bi vê biryarê welêt ji qeyrana sîyasî ya niha rizgar bikin.

Ehmed Hacî Reşîd serokê fraksyona Komela Islamî ya Kurdistanê li parlimana Iraqê jî ku partîya wî yek ji nerazîyên li hember encamên hilbijartinên parlimana Iraqê ye, ji vê biryara dadgeha destûra bingehîn a Iraqê pêşwazî kir û got: Ev biryara bi awayekî tam serbixwe û dûrî bandorên sîyasî hatîye dayînê.

Roja pêncşemê 21-06-2018an Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku ibtalkirina dengdana taybet, dengên awareyan û dengdana derveyî welat ku Parlementoya Iraqê biryara ibtalkirina wan dabû, neyasayî ye. Lê Dadgeha Federal biryarên din ên Parlementoya Iraqê yên li ser serrastkirina yasaya hilbijartinan yasayî zanî ku biryar hatibû dayîn deng bi destan werin hejmartin û dadger têkevin şûna endamên komîsyonê.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018