Rêveberî û deshilata Barzanî sibê tê parvekirin

  • Kodê Nûçe : 863803
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Yek ji nûnerên parlemana Kurdistana Iraqê ragihand ku desthilata Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji sibê ve navbera sê teşkîlatên birêveberiyê tê parvekirin.

 Umîd Xweşnav serokê fraksiyona Partiya Demokrat li parlemana  Herêma  Kurdistana Iraqê ji zarê malpera nûçan a El-Fecrê raghand ku teşkîlatên birêveberiya karûbaran ji sibê ve, desthilatên  serokê herêmê ku li gor  qanûnê navbera wan  hatiye parvekirin bigrin destê xwe û dê xebata xwe destpê bikin.

 Xweşnav got: Ji ber ku dewra serokatiya Mesûd Barzanî sibê bi dawî. desthilatên wî di navbera dewlet, parleman û teşkîlata dadweriyê yên Herêmê ji sibê ve par ve dibe.

 Wî destnîşan kir ku dewra niha ya parlemanê yekê Mijdarê kuta dibe û hilbijartinên  seranserî dê heşt mehên din werin lidarxistin.

 Roja yekşemiyê Mesûd Barzanî raghand ku naxwaze dewra serokatiya  xwe firêj bike û ji bo dewra din a serokatiyê jî nabe namzed û li gorî peymana parlemana vê herêmê jî dê desthilatên wî navbera dewlet, parleman û teşkîlata dadweriyê yên Herêmê tên parvekirin.
..................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*