Alimên Behreynê ji bo piştgirîya Şêx Îsa Qasim bangewazîya xwepêşandanên berfreh kirin.

  • Kodê Nûçe : 816483
  • Çavkanî : Abna
Brief

Alimên Behreynê bi derxistina daxuyaniyekê bang li gelê vî welatî kirin ku ji roja nehem heya roja 14ê Adarê xwepêşandanên berfreh li dar bixin.

Alimên Behreynê bi derxistina daxuyaniyekê bang li gelê vî welatî kirin ku ji roja nehem heya roja 14ê Adarê xwepêşandanên berfreh li dar bixin.

Alimên Behreynê bi riya daxuyaniyekê bang li gelê vî welatî kirin ku bi armanca parastina Şêx Îsa Qasim, ji roja nehem heya çardehê Adarê dest bi protestoyên berfreh bikin.

Metna daxuyaniya alimên Behreynê wuha ye:

Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn

(Ya Muhammed!) Bibêje: Ez ji van du tiştan tenê bi yekê şîretê li we dikim. Ji bo Xwedê Teala dudu û yeka yek rabin pê. (Sebe, 46)

Ev kelama Xwedê ye ku dibêje “en teqûmû lîllah” ji bona Xwedê qîyam bikin, rabin pê. Ve ayete kilîda serkeftinê ye ku Xwedê Teala li ser zimanê pêxemberan, qasidan û welîyên xwe herikandiye.

Bêguman îslahkirina welatan û mirovan bêyî qîyama ji bona Xwedê û şehadeta di riya Wî de, ne mumkûn e.

Gelî daxwazkerên heq û edaletê, îzzet û rûmeta dîn û welatê! Gelî xurtên milletê me yê ezîz! Îro roja we ye û derfeteke mezin e ji bo pêkhatina daxwazîyên we. Nexwe di riya Xwedê de qîyam bikin û rabin pêyan û rehmeta Xwedê dê şamilê halê we be.

Ji gelê mumîn yê ku pişta xwe bi Xwedê Teala ve girêdaye û bi rastî îman û îtmînana xwe bi we’deya Wî heye re bangewazîya me ev e ku ji roja nehem ya Adarê heya roj û şeva 14ê Adarê –ku roja darizandina nasnameya dînî û netewî ango roja mihakeme kirina Ayetullah Şêx Ehmed Îsa Qasim e – dakevin kolanan û bi sloxanên “Em venagerin malên xwe” û “Parastin heya canê me were standin” telvî protestoyan bibin; û van rojan bikin rojên dîrokî da ku em hemî, rûpeleke zêrîn ya parastina dîn û velat û îzet û kerametê li hember zilm û sîtem û destlêwerdanê, sept bikin.

Yê ku bi qesda Xwedê Teala û qasidê Wî ji mala xwe koç bike û paşê di rê de bimrê, êdî xelata wî dikeve stûyê Xwedê. (Nîsa, 100)

Alimên Behreynê

Nehemê Cemadî-l Axir, 1438 h.

8 Adarê 2017.

                


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam