150 kirêgirtiyên siûdî li rojavaya Yemenê hatin kuştin, birîndar bûn an dîl hatin girtinê

150 kirêgirtiyên siûdî li rojavaya Yemenê hatin kuştin, birîndar bûn an dîl hatin girtinê

Fermandetiya Artêşa Yemenê roja Yekşemniyê bi daxûyaniyekê qala lêxistina derbên giran li destdirêjkeran li perava rojavayî ya Yemenê kir,.

Li gorî rapora Fars Newsê, Fermandetiya Artêşa Yemenê li vê daxûyaniyê ragihand ku hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê di heyama du rojên bihurî da li navçeya El Derîhemiyê li parêzgeha Hudeydeyê li rojavaya Yemenê, zêde ji 150 kirêgirtiyên siûdî kuştin, birîndar kirin an dîl girtin.

Fermandetiya Artêşa Yemenêher wiha ragihand ku hêzên yemenî 10 erebeyên şêrr ên kirêgirtiyên siûdî li El Derîhemiyê dan ber êrîşên xwe.

Hêzên yemenî roja Şemiyê jî helîkoptereka Apaçiyê ya hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li navçeya El Derîhemiyê xistibûn xwarê.

Serleşker Nasir El Atifî wezîrê berevaniyê yê Yemenê destnîşan kiribû ku perrava rojavayî ya vî wealtî dê bibe goristana destdirêjkeran.

Ji aliyê din va Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya siûdiyan berêvara Pêncşemiyê nexweşxaneya El Sewreyê li bajarê Hudeydeyê dane ber bombeyan.

Li vê cinayetê herîkêm 60 welatiyên yemenî hatin kuştin û 120 kes jî birîndar bûn.

Hevpeymaniya siûdî roja 13ê Hezîrana 2018an ji bo dagirkirina bajarê peravî yê Hudeydeyê li rojavaya Yemenê, girantirîn êrîşên xwe di heyama sê salan şerê dijî vê welatî dest pê kirin, lê bi ti awayî ser neket. Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018