Amerîka qewl û qerarên xwe bin pê dike / Qalkirina ji çûyîna rêveberîyê ji ser hukm, di plana dijmin de cih girtin e

Amerîka qewl û qerarên xwe bin pê dike / Qalkirina ji çûyîna rêveberîyê ji ser hukm, di plana dijmin de cih girtin e

Rêberê Înqilaba Îslamî: Komara Îslamî kîngê hewqas bibe deshilatdar ku êdî nekeve bin zext û demagojîya Amerîkayê hîngê dikare pê re muzakere bike. Îro tiştekî wiha nîne.

Abna – Rêberê Înqilaba Îslamî danê sibê yê duşemê di hevdîtina ligel bi hezaran kesên ji parezgehên cihê hatibûn de axivî û destnîşan kir: Kêşeyên aborîyê û riyên çareserîyê diyar in, ti korerêyek li welêt tuneye û rayedarên her sê erkan divê bi xebata xwe, karê xwe yê hevbeş û sûdwergirtina ji nêrînên pisporan kêşe û zextan ji ser milê gel rakin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha di warê muzakereya ligel Amerîkayê de bal kişand ser ku, ji ber heyîna delîlên tekûz û tam, tecribeya borî û zirarên zêde yên muzakereya ligel rejîmeke sextekar û zordar em bi Amerîkîyan re nakevin gotûbêjan û di saya yekîtî û hevdilîya gel û rayedaran em ê vê qonaxê jî li pey xwe bihêlin.

Rêberê Înqilaba Îslamî amaje bi pirsgêrikên aborî û debarê yên welêt û bihatîyên zêde yên dawîn ku hin beşên civakê bi tundî xistine nav zextê, kir û got: Piraniya pisporên aborîyê û gelek rayedar li ser hevfikr in ku tevahiya van arîşeyan ne ji boykotan, belkî ji kêşeyên derûnî û şêweya rêvebirin û gerandina siyaseta îcrayî der tên.

Hezretê Ayetullah Xamineyê lê kirpand ku, ew nabêje bandora boykotan tineye, lê pirsgêrikên aborîyê yên dawî bi giranî têkildarî performansê ye û heke performans çêtir, bi tedbîrtir û xurttir bin û hîn zêde di wexta xwe de bin dê boykot badoreke zêde lê nekin û mirov dikare li hember rabe.

Bi milyaran dolar diwîz ji ber bê tedbîr bûnê radestî suîstifadeger û xêrnexwazan hatin kirin

Rêberê Înqilaba Îslamî, îşare bi pêlpêlînên bazara diwîz û diravê û daketina nirxa pereyê netewî kir û lê zêde kir: Hema di nav van bûyerên diwîz û diravê de hat gotin ku qasî 18 milyar dolar ji diwîza welêt ya heyî, ew jî di halekî de ku bo lihevanîna diwîzê me pirgêrik heye, ji ber tedbîr negirtinê radestî hin kesan bû û hinekan jê suîstifade kirin. Eve pirsgêrikên midûriyetî û rêveberîyê ne û ti têkilîya xwe bi boykotan re tineye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Gava diwîz an dirav bi awayek çewt bê pêşkêş û dabeş kirin ev kêşeyên heyî tên holê, ji ber ku du alîyên vê meselê hene; alîyekî vê kesê distêne ye û yê din kesê pêşkêş dike ye. Hemî, zêdetir li dû kesê ku diwîz an dirav sitandine digerin lê qusûr bi giranî ya wî kesî ye ku diwîz yan dirav ligel bêtedbîriya xwe pêşkêş kiriye ku hewldanên dawîn ên dezgeha darazê jî di rastîyê de ji bo derketina li hember van kesan e ku bi sûcekî û şaşîyeke mezin rê li ber van pirgêrikan û daketina bihayê pereyê netewî vekirine.

Wî îşare bi kemîngirtina dijmin bo suîstifade kirina ji çewtî û bêtedbîrîyan kir û lê zêde kir: Ji ber sedemên cûrecûr dijminên me yên rezîl û xebîs kêmhejmar nînin, wan kemîn vegirtiye daku nola mêşan li ser birînê venin û bi suîstifade kirina ji arîşeyên ji şaşîtîya hin kesan derketî, wer îlqa bikin ku sîstem xetimiye û bêfonksîyon bûye daku xelkê bêhêvî bikin.

Rêberê Înqilaba Îslamî lê kirpand ku, ti xetimînek, ti korerêyek li welêt tineye, ji ber ku pirsgêrik diyar in û rêya çareserîya van hemîyan jî zelal e û tê zanîn û tenê divê rayedar zend û bendan giridin û bi hîmet bixebitin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî ligel îşare bi pêşnîyar û nameyên pirhejmar ên ciwanên şoreşger, bi îman û xweşfikr bo çareserîya pirsgêrikan got:Li demên dawî jî hin pisporên aborîyê yên ku bi hikûmetê re jî ti dijberîya xwe nînin û hin jê xwedî nav in jî, nameyeke dilsojane ji serokkomarê rêzdar re nivisîn û digel rêzkirina arîşeyên bingehîn ên aborîyê yên heyî, çareserî jî pêşkêş kirin ku ev çareserî bi piranî sehîh bûn.

Wî bal kişand ser ku exlebê van çareserîyan berê jî di nav durişmên salê û siyasetên giştî de hatibûn ragihandin û lê zêde kir: Lewra ji kêşeyên aborî yên welêt re çareserî heye û ne wekî ya dijmin dibêje ye ku bi dûvikên xwe re li hinhûr û di çapemenîyê de xibîsane teblîx dikin ku welat êdî xetimiye û jibilî xwe spartina filan şeytanî an şeytanê mezin ti rêyeke din tineye.

Rêberê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Rayedarên îcrayê hinek ji van çareserîyan dane destpêkirin lê pêwîst e hîn cidîtir li ser rawestin û min ev mijar di civînên taybet ên bi serokên her erkan re de aniye zimên û wan jî qasî hêz û şiyana xwe ev mi meselene şopandine.

Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser ku li welêt hêz û kesên me yên baş, jêhatî û ciwan kêm nînin û diyar kir ku, rayedar divê ji bona xwe hevkarên baş hilbêjirin.

Îmam Xamineyî, lîkîdîteya mezin yek ji pirsgêrikên aborîya welêt û wek encama siyasetên çewt nirxand û got: Her wekî ku min di îda Remazanê de jî ji rayedaran re gotibû, pêwîst e ev lîkîdîyeya gevre ber bi hilberînê, beşên senetê û avahîyê ve bê kanalîzekirin û heke kareke wisa bê kirin lîkîdîteya ku îro tehdîdek e, dê vegere firsendê.

Rêberê Înqilaba Îslamî diyar kir ku wî her tim piştgîrî daye hikûmetên hatine ser kar û piştgîrî dide vê hikûmetê jî û destnîşan kir: Ez careke din bi israr ji rayedarên hikûmetê re pêşniyar dikim ku bi rêya fikr û plansazî û şêwra ligel kesên agahdar rêyên sewqandina lîkîdîteyê ber bi hilberandinê ve peyda bikin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Hin kes dibêjin sedemê kêşeyên niha li bazarê û di nav kesb û kar de hene, ev e ku çalakên aborîyê sewa jê agahdar bûn ku boykot wê kîmgê destpê bikin dest avêtin hin karan, niha pirs ev e; heger çalakên aborîyê jê agahdar bûn û dest avêtin hin karan, rayedarên hikûmetê jî divîyabû ku xwe zêdetir ji boykotê re amede kiribûna.

Wî lê zêde kir: Helbet hîna jî ne dereng e û hewldan û biryarên pêwîst dikarin li hember biryara qirêjane ya dijmin bên standin û heke kesek bibêje êdî dereng ketiye û ne pêkan e, ya nezan e ya jî ketoberkî axifîye.

Rêberê Înqilaba Îslamî lê kirpand ku, her kî bêje ku em xetimîne û gihane korerêyê, yan nezan e yan jî şora wî şoreke xayînane ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di berdewamê de bal kişand ser mijarên têkildarî kêşeyên aborîyê, mijara gendelî û fesadê û pêwîstîya têkoşîna li dijî wê û got: Nameya dawî ya serokê dezgeha darazê gaveke girîng û erênî ye bo têkoşîna li dijî gendelî û fesadê.

Wî amaje bi nameya xwe ya 17 salan berê ya ji bo serokên sê erkan kir û wiha pê de çû: Gendelî ejderhayek heftser e ku divê bi awayeke tam û cidî li hember têkoşîn bê dayîn, ji xeynî vê yekê dema li hember fesad û mufsîd têkoşîn tê kirin jî qethiyen qêrîn û hewar ji vî alî û ji wî alî bilind dibe.

Rêberê Înqilaba Îslamî te`kîd kir ku, ragihandina elenî ya vê mijarê ji bo vê yekê ye ku hemî zanibin biryara pergalê li ser rawestîna dijwar û bê milaheze li dijî mufsîdan e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018