Amerîkayê daxwaza civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê ya NY ji bo piştevaniya ji Rêjîma Siyonîst kir

Amerîkayê daxwaza civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê ya NY ji bo piştevaniya ji Rêjîma Siyonîst kir

Nûnerra hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Netwweyên yekbûyî (NY), Nîkî Hîliyê Sêşemiyê bi şev bi berçavnegirtina êrêîşên Rêjîma Siyonîst lis er Zîvala Xezeyê, daxwaza lidarxistina civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê ya NY ji bo hilkolandina êrîşên mûşekî yên vê dawiyê ji aliyê vê zîvalê va kir.

Li gorî rapora IRNAyê, biryar e ku ev civîn berêvara Roja Çarşemiyê were lidarxistin.

Rêjîma Siyonîst roja Sêşemiyê çend caran baregeh û çeperêîn hêzên Berxwedana Filsitînê li Zîvala Xezeyê dan ber êrîşê.

Hêzên Berxwedana Filsitînê jî wek berteka lin hemberî van êrîşan bajarokêîn siyonîstnişîn dan ber êrîşên xwe yên mûşekî û topxaneyî ku ji ber wê hejamreka çekdarên siyonîst birîndar bûn.

Daxwaza  Nûnerra hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Netwweyên yekbûyî (NY) li bara êrîşên mûşekî yên vê dawiyê ji aliyê Zîvala Xezeyê va li ser zemînên dagirbûyî li halekî ye ku ji roja 30ê Adara 2018an va heta niha zêde ji 120 fislitîniyên bêguneh li Meşa mezin a Mafê Vegeriyanê li Zîvala Xezeyê bi gulleyên çekdarên siyonîst şehîd bûne û zêde ji 13 hezar kes jî birîndar.

Li gorî ragihandina Wezareta Tendurustiyê ya Filsitînê, 13 zarok li nav şehîdan hene. Zêde ji 2 hezar zarok û hezar jin jî birîndar bûne.

Gellek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê her wiha rêxistinên navneteweyî heta niha ev cinayetên siyonîstan şermezar kirine.

Tenê Amerîkayê pişta van cinayetên siyonîstan girtiye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018