Artêşa Sûriyê pênc gund azad kirin

Artêşa Sûriyê pênc gund azad kirin

Hêzên artêşa Sûriyê kontrola pênc gundan li bakurê rojava parêzgeha Suweydayê û bakurê rojhilata parêzgeha Derayê li başûrê vî welatî û hev sînorê Urdinê bi dest xistin.

Artêşa Sûriyê, îniya buhurî ji mêhwerên  gundê El-Bustanê, berevaniya hewayî ya Heranê û Sema El-Henîdatê, operasyona  xwe li dijî terorîstan li rojhilata  Derayê li başûrê Sûriyê destpê kir.

Li gorî rapora îro ya IRNA`yê, û ji zarê çavkaniyên meydanî, artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê li pevçûna tev koma terorîstî ya Tehrîr Şamê û komên  ser bi wê li gundên El-Elalî, Berxeş û El-Şahatê li bakurê rojava  parêzgeha  Suweydayê bi dest xistin.

  Li encama pevçûna  artêşa Sûriyê tev terorîstan li bakurê rojava Suweydayê û bakurê rojhilata  Derayê jî, gundê El-Mudewerê azad bû.

 Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê li dawîn operasyona  xwe kontrola gundê El-Şomerê  li derdora Suweydayê bidest xistin.

 Artêşa Sûriyê li çend rojên buhurî bi weşandina hin daxûyaniyan li gundan û bajarokên bin kontrola  terorîstan ji wan xwest ku beriya  destpêbûna oprasyona eskerî ya berfireh a artêşê tevlî aşitiya neteweyî bibin.

 Li gor nçeyeke din, hêzên artêşa Sûriyê hewldana  terorîstên tekfîrî ku dixwestin ji riya derbasbûna  bo derdora bakurê Hemahê li  rojava  Sûriyê, xwe bighînin derbasgeha  Zelînê, bêencam hiştin û li encama pevçûna tev terorîstan hejmarek ji wan kuştin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018