Artêşa Yemenê bi moşeka balistîk derbeyeke giran li cebilxaneya artêşa Siûdî xist

  • Kodê Nûçe : 863187
  • Çavkanî : Abna
Brief

Yekîneyên moşekî yên Yemenê îro (Şemî) danê sibeyê, moşekeke balistîk a ji cûreya M-Qahir û 400 km. dûravêj, berdane navçeya Bî`resker ya li Necrana Erebîstanê.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, cebilxaneyên artêşa Erebîstana Siûdî yên li Necranê li başûrê rojavayê vî welatî, ketin ber êrîşa moşekî ya hêzên berxwedana gelê Yemenê.

Çapemenîya Tevgera Yemenê ya Ensarullahê ragihand, yekîneyên moşekî yên Yemenê îro (Şemî) danê sibeyê, moşekeke balistîk a ji cûreya M-Qahir û 400 km. dûravêj, berdane navçeya Bî`resker ya li Necrana Erebîstanê.

Her wiha hat ragihandin ku hêzên Ensarullahê îro danê sibeyê cebilxaneya artêşa Erebîstanê ya li navçeya Bî`reskerê dane ber êrîşa moşekî û hat gotin, moşeka balistîk a M-Qahir hema bi baldarî li hedefa diyakirî ketiye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*