Ayetullah Miwehidîyê Kirmanî: Her kî li hember enîya heq raweste dê sîleyeke xurt bixwe

Ayetullah Miwehidîyê Kirmanî: Her kî li hember enîya heq raweste dê sîleyeke xurt bixwe

Xetîbê nimêja înê yê Têhranê ligel îşare bi derbirînên Rêberê Înqilaba Îslamî yên li ser wesifandina cîgehê karkeran, got: Karker xizmetên hêja raber dikin û rayedar divê di fikra çareserkirina kêşeyên wan de bin.

Abna / Ayetullah Muhemed Elî Miwehidîyê Kirmanî di xutbeya nimêja vê înê ya Têhranê de ligel îşare bi vê yekê ku Amerîka û Ewrupa biryara ji nav birina Îslamê girtine, got: Amerîka niha jî mîna berê li dû ye ku bi xwe re Ewrupa û Erebîstana Siûdî û noker xwe Îsraîlê bike hevrê da ku derbê li Îslam û misilmanan bixin, lê em ne dil bi fikar in, çiko artêş û spah û egîdên me yên wekî Hucecî û Qasim Sileymanîyan hene û bila dijmin zanibin ku li hember enîya heq çiqa radiwestin mila rawestin dê şeqemeke dijwar bixwin.

Wî ligel amaje bi salvegera şehadeta Şehîd Mutehherî û roja mamosteyan, meqam û cîgehê mamosteyan wek yê pêxemperan binav kir û diyar kir: Pêxember hatin ji bona ku mirovên rêhindakirî hidayetî rêya rast bikin û em li hemberî qebra paqij a Îmam Huseyn (a) ji Xwedê re erz dikin ku vî Huseynê ezîz û xoşewîst xewîna xwe û binemala xwe feda kir da ku mirov ji cehalet û nezanînê rizgar bin.

Xetîbê nimêja înê yê Têhranê got: Şehîd Mitehherî lêdigerî da ku bibîne di warê Îslamê de ciwan li kuderê rastî pirsgêrik û nezelalîyê hatine û di zihnê wan de çi tişt pêk anîne da ku di cî de bibersivîne. Çawa ku di wê demê de li kovara bi navê Zen (kovarê jinê) li ser mafên jinê di Îslamê de tiştên bêeleqe û hevnegirtî dihatin weşandin û Mitehherî ji wan re peyam şand ku bersivên min jî biweşînin û van bersivan, yên guman dixisitin nav xelkê riswa kirin.

Wî amaje pê kir ku îlim rûmeta mirov berz dike û wî dike xelîfeyê Xwedê û ji mamoste û mieliman xwast qedr û qîmeta karê xwe ku rêberîkirina mirovan ji cehlê ber bi îlmê ve ye, bizanibin.

Miwehidîyê Kirmanî, di berdewamê de got: Alimên qesrê, heman kesên ku zaliman pere û meqam dane wan da ku xelkê bixapînin, çiqa xînayet li mirovatîyê kirine; bo nimûne, ji van alimên qesrê yekî derbarê ayeteke Quranê de ku ji gendelî û fesada rêveber û hakiman qal dikir, got min ji Pêxember bihîst ku mebesta vê ayetê Elî kurê Ebî Talib e; îcar lê heyîrî nemînin û nebêjin çawa xelk kom bûn û Îmam Huseyn (a) kuştin, ji ber ku alimên qesrê xiyanetên wiha kirin.

Xetîbê nimêja înê yê Têhranê ligel îşare bi derbirînên Rêberê Înqilaba Îslamî yên li ser wesifandina cîgehê karkeran, got: Karker xizmetên hêja raber dikin û rayedar divê di fikra çareserkirina kêşeyên wan de bin da ku ji wan re kar lihev bê ku helbet ne hêsane hema lihev were.

                                                                                                                                                                                   

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018