Balafira şer a rûs Su-30SM li Sûriyê ket erdê

Balafira şer a rûs Su-30SM li Sûriyê ket erdê

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê diyar kir ku balafira şêr a rûsî Su-30SM li Sûriyê ketiye û herdu pîlotan jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê de wiha hat gotin ku, "Li gor saeta Moskowê di 09.45an de balafira ku ji baregeha hewayî ya Hemeymîmê rabûye esmîn li Deryaya Spî ketiye. Li gor agahiyên ku ji herêma bûyer lê qewmiye hatin bidestxistin, herdu pîlotan jî bo xellaskirina balafirê hewl dane, lê bi ser neketine û di encamê de jiyana xwe ji dest dane."

Wezaretê Berevaniyê ya Rûsyayê derbarê sedema ketina balafirê de got, "Li gor agahiyên ewil sedema ketina balafirê ji ber çûka ku di motorê wê de asê bû, ye. Her wiha sedema ketina balafirê ne êrîş li dij wê ye."


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018