Balafirgeha Dêra Zorê careka din hat vekirinê

Balafirgeha Dêra Zorê careka din hat vekirinê

Mêdyayên Sûrîyê ragihandin ku geştên balafirgeha bajarê Dêra Zorê ku tenha balafirgeha devera rojhilata Sûrîyê ye zivirîn ser rewşa xwe ya asayî û geştên wê derê careka din destpê bûn.

Li gorî rapora televîzyona Rossia Today`ê, geştên balafirgeha Dêra Zorê bi awayê rojane yê bi awayekî dualî pêk bên.

Di vî halî de, ajansa nûçan a fermî ya Sûriyê (SANA) ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê di rêka gundê Teyibê li derdora bajarê Meyadînê de, di encama opêrasyoneke taybet de çend çeperên terorîstên DAIŞ`ê xistin bin kontrola xwe û çend kes ji wan kuştin û maşînên bombekirî yên terorîstên DAIŞ`ê jî têk birin.

Yekîneyên artêşa Sûrîyê herwiha li rojhilata Çemê Firatê li mêhwera Hatlê bi awayekî berbiçav li pêş ketin û deverên girîng li rêka Cisir Sîyaseyê xistin bin kontrola xwe.

Di encama pevçûnên li taxên Urfî û Senayê jî çend terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê û artêşa Sûriyê 2 balafirên wan ên bêfirokevan li taxên Senayê û Qusûrê  xistin erdê.

Di vî halî de, helekoptêrên artêşa Sûrîyê bi belavkirina daxûyanîyan li esmanê gundên derdora rojhilata Dêra Zorê ji sivîlan xwestin ku ji navendên DAIŞ`ê dûr bikevin.

Opêrasyona dijî têrorîstan li parêzgehên Hums, Reqe, Hema û Dêra Zorê pişkek ji opêrasyona berfire ya artêşa Sûrîyê di warê serkutkirin û jinavbirina têrorîstên DAIŞ`ê li deverên girîng ên vî welatî ye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018