Bangewazî ji bo boykotkirina hecê

Bangewazî ji bo boykotkirina hecê

Endamekî Payebilind ê Yekîtiya Alimên Libnanê îşare bi bêkifayetîya Al-i Siûd di rêvebirina hecê de kir û xwast ku ev merasîma îbadî bête boykotkirin.

Abna - Endamê Yekîtîya Alimên Libnanê yên alîgirê berxwedanê Şêx Suheyb Hiblî di axiftina xwe ya li mizgefta Seyîduna Îbrahîm a Seydayê, ji umeta îslamî xwast da ku bersiveke erênî bidin banga alimên Tûnisî ya ji boy boykotkirina hecê.

Şêx Hiblî bal kişand ser ku ev bangewazî piştî hewldanên hin kesên ku midûriyeta karûbarên hecê xistine destê xwe hatiye kirin, ji ber ku karbidestên hecê navaroka îlahî ya vê merasîma îbadî jê derxistine û heca îbrahîmî ji rastiya wê ango ji taet û îbadetê dûrxistine.

Wî lê zêde kir: Wehabiyet li dû çelmisandina şîarên îmanî û armancên berz ên heca îbrahîmî ye. Mala Xwedê ji mirovan re wek cîyekî ewlehîyê hatiye diyarkirin ji bal Xwedê ve, lê niha ew ewlehî li dar nîne û hec jî ji navaroka xwe û ji mînbera daweta bi bal îslahkirina nefsê û xizmetî gel kirinê hatiye valakirin.

Alimê Libnanî her wiha destnîşan kir: Mal û pereyên misilmanan di rojên hecê de dikevin berîya kesên ku li Yemen û Sûrîyê agirê şer gur dikin. Xwedê razî nîne ku misilmanek bi awayekî ji awayan bibe şirîkê kuştina birayê xwe yê misilman.

Endamê Yekîtîya Alimên piştgîrê berxwedanê digel amaje bi vegerîna penaberên Sûrî ser erdên xwe, rayedarên Libnanî meth kirin ji ber hewla wan ya ji bo dabînkirina ewlehîya penaberên Sûrî.

Wî ligel diyarkirina vê yekê ku ji bo çareserîya dosyeya penaberên Sûrî divê di navbera Libnan û Sûrîyê de koordînasyona siyasî hebe, pesna hewldana dezgehên ewlehîyê ya ji bo piştgirîya gelê Filistînê jî da û eşkere kir: Rayedaran bi vê hewldana xwe nîşan dan ku hêj girîngîyeke taybet didin doza Filistînê.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018