Bişar Esed: Welatên piştgirê têrorîsmê dil hene komên têrorîst ji nû va vejînin

Bişar Esed: Welatên piştgirê têrorîsmê dil hene komên têrorîst ji nû va vejînin

Serokomarê Sûriyê roja çarşemiyê li hevdîtina bi Elêksandir Lavirintof nûnerê taybet ê serokomarê Rûsiyê li karên Sûriyê li Şamê got: Welatên piştgirê têrorîsmê li dû vê ne ku ji nû va komên têrorîst vejînin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Bişar Esedê serokomarê Sûriyê bal kişande ser êrîşa sibeha roja Çarşemiyê ya koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Suweydayê li başûrê Sûriyê ku di encamê da 215 welatiylên sûrî hatin kuştin û got: Ev cinayet nîşana wê yekê ye ku welatên piştgirê têrorîsmê ji bop vejiyandina ji nû ve ya komên têrorîst hewil didin da ku wê wek belgeyek ji bo serêxwegirtina destkeftln siyasî bi kar bînin.

Nûnerê Pûtîn jî li vê hevdîtinê ev êrîş şermezar kir û got: Ev cûre êrîş nîşan didin ku riya ku dewleta Sûriyê ji bo sekinîna li hemberî Sûriyê girtiye ber xwe, riyeka durust e.

Bişar Esed û Lavirintof her wiha li ser pêdiviyên dora dehem a gotûbêjên Astaneyê ku biryar e heftiya tê li bajarê Sûçiyê were lidarxistin, gotûbêj kirin.

Gotûbêjên Astaneyê ji Çileya sala 2017an va bi dahêneriya Komara Îslamî ya Îranê û bi alîkariya Rûsiye û Tirkiyê bi armanca pêkanîna aştiyê li Sûriyê dest pê bûye.

Encama sereke ya van gotûbêjan, pêkanîna navçeyên kêmkirina kêşeyan li Sûriyê bûye.

Qeyrana  Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a grûpên terorîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wan va tên piştgirîkirin, jibo sernixûnkirina  dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê  û guhertina hevsengiyên navçeyê ser xêra Rêjîma Siyonîst destpê bûye.

Artêşa Sûriye vê dawiyê bi alîkariyên misteşarî yên Îranê kariye ku dosyeya koma têrorîst a DAIŞê li vî welatî girêde.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018